Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Gorên bikom kûrahiya tawankariya DAIŞ nîşan didin

Welîd Ebû Xêr li Qahîre

Vîdyoyeke, ku ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ve hatiye belavkirin, çawa çekdarên DAIŞ laşên qurbaniyan diavêjin newala Hûta li parêzgeha Reqa nîşan dide. [Wêne ji aliyê Mihemed Ebdulla ve]

Vîdyoyeke, ku ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ve hatiye belavkirin, çawa çekdarên DAIŞ laşên qurbaniyan diavêjin newala Hûta li parêzgeha Reqa nîşan dide. [Wêne ji aliyê Mihemed Ebdulla ve]

Nûçeyên dîtina 72 gorên bikom li Iraq û Sûriyê ku paşmayên termên qurbaniyên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) tê de ne tawankariya girûpê û rêznegirtina wê ya tam ji jiyanê re dide xuyakirin, şahidhal û çavdêr dibêjin.

Cihên wan goran, ku ji aliyê Associated Press ve di raportekê de di 30'yê Tebaxê de bi rêya hevpeyvîn, wêne û lêkolînan taybet hatin bibelgekirin û destnîşankirin, asta îdamkirinên bikom ên DAIŞ nîşan didin û eşkere dikin ku girûpê bi tenê hewlên kêm dane daku tawanên xwe veşêrin, wan got.

Raport, ya ku ya herî giştgîr e heta niha, texmîn dike ku ew cih, ku 17 ji wan li Sûriyê ne û yên din li Iraqê ne, û paşmayên termên 5,200 heta bi 15,000 qurbaniyan di wan de ne, ku ew yan li ber çavên xelkê yanjî bi awayekî veşartî hatine îdamkirin.

Wê bal kişand jî ku egereke mezin heye ku hejmara gorên bikom û qurbaniyan zêde bibe dema ku cihên bêtir li deverên ku hîna di destê girûpê de ne bên dîtin.

Hefteya borî çalakvanê berê yê Ofîsa Medyayî ya Reqa Macid Hessûn ji Diyaruna re got ku ew piştrast e ku bi dîtina cihên bêtir ev hejmar dê zêde bibe.

"Hejmarên eşkerekirî dê ne nêzîkî hejmara rastî ya qurbanî û goran be," Hessûn, ku niha li Tirkiyê dijî, got û da zanîn ku tenê li Sûriyê bi dehên cihên gorên bikom ên gumanlêkirî hene ku girûpê qurbaniyên xwe di wan de veşartine.

Xelkê bajarê Reqa û gundewarên wê "dizanin ku girûp qurbaniyên xwe di newaleke kûr de li devereke kevirîn ku bi navê Hûta tê naskirin binax dike", wî got.

Girûpê bi xwe vîdyoyek di 2014'an de belav kir ku tê de nîşan da çawa çekdarên wê laşan diavêjin çalê , wî got jî.

Çekdarên DAIŞ laşên qurbaniyên xwe vediguhêzin cihên nenaskirî, wî got, anî ziman ku guman hene ku çend dever li derdora Reqa hene ew weke gorên bikom tên bikaranîn, ji ber ku girûp dibîne ku gelekî zehmet e ew li deverên dûrtir xwe ji terman xilas bike.

Rêznegirtin ji jiyana mirov re

Dîtina gorên bikom ên ku qurbaniyên DAIŞ tê de ne "belgeyeke din ya hovîtiya girûpa terorîst e, ku ew ya herî xwînrêj e di dîrokê de", Şêx Muaz Ebdulkerîm, gotarbêjekî berî li mizgefta Ûmer li bajarê Helebê ku niha li Qahîre dijî got.

Girûp şerî'et û rênimayên Islamê binpê dike ji ber ku ew rê dide çekdarên xwe ku xwînê bi vî awayî birjînin, wî ji Diyaruna re got.

"DAIŞ ji bingehê ve li ser rêyeke li dijî Islamê dimeşe, Islam kuştin, xwînrijandin û terorîzmê ji bo nîşandana alîgirî û pêgiriyê qedexe dike," Ebdulkerîm got.

Dîtina van gorên bikom "belgeyek e li ser pêwîstiya jinavbirina DAIŞ di zûtirîn dem de ji bo xilaskirina mirovahiyê, û ne tenê herêma Erebî, ji hovatî û terorîzma wê", wî got jî.

Li gorî raporta Associated Press, Ebdulkerîm got, laşên di goran de nêzîkî rûyê erdê hatine veşatin.

"Wate, endamên girûpê xwe aciz nekirin ku herî kêm gorên bi kûrahiyeke baş bikolin, ku ev yek hurmetnegirtina wê ya xuya ji rihê mirovî re nîşan dide, di kuştina wan û çawaniya avêtina [term] wan," wî got.

Ev rêznegirtina ji miriyan re karekî naskirî yê girûpê ye ji despêkirina wê ve, wî got jî.

Herwiha, wî got, DAIŞ dîmen û raportên van îdamkirinan weke alavekê ji bo reklamê, nîşandana desthilatê û tejnîdkirina çekdarên nû bikar tîne.

Çîroka rizgarbûyekî

Di Mijdara 2013'an de, çekdarên DAIŞ rojnamevanê Sûrî Cîhad Rehîm li gundewarên bajarê Reqa girtin, û ew veguhestin, ligel gelek kesên din, zindanekê ku li wir bi dehên girtiyan hebûn, wî ji Diyaruna re got.

"Otombîl kêmtirî 10 deqeyan birêve çû û em gihiştin baregeha DAIŞ," wî got.

Ew ji otombîlê hatin derxistin û ji wan re hat gotin ku li beramberî dîwarekî bisekinin. Piştî nêzîkî 10 deqeyan, wî got, zilamekî ku bi şêwezarekî Iraqî diaxivî dest bi pirsan derbarê nav û pîşeyên wan bi "dengekî dijminkarî û geflêxwarinê kir".

"Dema ku gihişte min, min jê re got ku navê min Cîhad Rehîm e, û min weke rojnamevan kar dikir, û min berê xwe dida Tirkiyê," Rehîm got.

"Wî bi toneke nefsmezinî bersiv da: Rojnamevanek diçe Tirkiyê? Em dê te bişînin Hûta," wî got.

Rehîm piştî 12 rojan hat berdan û reviya Tirkiyê, û di dawiyê de rêya xwe bo Almanya di 2015'an de berdewam kir, ku niha li wir ligel malbata xwe dijî.

Dadgehkirina tawanbaran

"Dîtina goran li Sûriyê û Iraq belgeyeke piştrastkirî ye li ser dijminkariya tund a grûpê ku li dijî herkesê ku li dijî wê radiweste yanjî fermanên wê bicih nayîne nîşan dide," karsazê Iraqî Umer Caefî, ku niha li Qahîre dimîne, got.

Hejmareke mezin ji termên ku di gorên bikom de hatin dîtin ên jin û zarokan bûn, wî ji Diyaruna re got, û ev nîşana hewesa tawankar a girûpê û niyeta wê ya kirina hertiştî ji bo damezrandina desthilata xwe ye.

Profesorê qanûna tawanan li Zanîngeha Qahîre Wael Şerîmî tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya navdewletî di pêkanîna pişkinîna bijîşkiya dadî de di derxistina term û heykelên hestî de kir ji bo destnîşankirina nasnameya wan.

Divê dosyeyek ji her goreke bikom a dîtî re bê çêkirin ji bo bibelgekirin û lêkolîna şertûmercên derdora her yekê, wî ji Diyaruna re got, bi armanca dadgehkirina tawanbaran di dadgehên navdewletî de.

"Gorên bikom êdî ne pirseke girêdayî Iraq an Sûriyê bi tenê ye, lê pirseke bandora wê li ser ewlehiya cîhanî bi giştî heye," wî got.

"Divê tawanbar hesabê li pêş [dadgehên] navdewletî bidin daku cîhan ji tawanbarên ku fermana van tawanan dane yanjî pêk anîne xilas bibe," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500