Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ balafirgeha Mûsilê têk dide piştî ku şer nêzîkî wê dibe

Xalid Ta'î

Balafirgeha Mûsilê beriya ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dest deyne ser bajar di 2014'an de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya balafirgeha Mûsilê]

Balafirgeha Mûsilê beriya ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dest deyne ser bajar di 2014'an de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya balafirgeha Mûsilê]

Di demekê de ku şerê standina Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) nêzîk dibe, endamên girûpê dest bi bomberêjkirina balafirgeha Mûsilê û deverên derdora wê bi teqemeniyan kirine ji bo astengkirina pêşdeçûna hêzên Iraqî, berpirsan ji Diyaruna re got.

DAIŞ ditirse ku balafirgeh, ku pênc kîlometran li başûrê navenda bajar e, armanca bê ya hêzên Iraqî be piştî ku wan devera Geyara ya stratejîk di dawiya Tebaxê de vegerandin, wan got.

Endamên DAIŞ balafirgeha Mûsilê bi teqemeniyan bomberêj kirine weke gaveke pêşwext, Mehmûd Surcî, berdevkê Hêzên Heşda Niştîmanî li parêzgeha Nînewa, ku hêzeke xwecihî ye ji xelkê Mûsilê pêk tê got.

"Wan bombeyên bidestçêkirî li hewş û avahiyên balafirgehê û bi dirêjahiya rêyên ku digihine wê çandine," wî got.

"Wan gelek rêgirên hesin û çimento li ser qada firîna balefiran danîye daku rê li ber hêzên serbazî bigrin ku lê dakevin anjî ji vî cihê sereke bifrin, û ew wê weke bingeheke derketinê ber bi navenda Mûsilê ve bikar bînin," wî got jî.

Endamên DAIŞ herwiha teqemenî li dever û gundên derdorê çandine, wî got, di nav de gundê Elbû Seyf ê xwedî cihê stratejîk, ku girekî bilind lê ye û Mûsil ji wir berçav dibe.

"Terorîstan hemû pirên ku herdu aliyên bajar, ku ew weke beravên rast û çep tên naskirin, bi hev girê didin û rêyên sereke yên derveyî bomberêj kirine, ji bo rêgirtin li ber pêşketina artêşê," Surcî got.

Wan herwiha gundên li bakurê Geyara li deverên Şûra û Hemam Alî ji xelkê vala kirine" ji bo asêkirina xetên xwe yên berevaniyê yên li derdora Mûsilê", wî got jî.

Herî kêm 10,000 xelkê aware niha "li derve û di bin germa rojê de dijîn bêyî hebûna pêdiviyên herî sereke yên jiyanê", wî got.

Xelkê Mûsilê çaverê ne

"Terorîstan hemû endamên xwe yên xwedî hêz û karîna manorkirin û êrîşkirinê ji dest daye, û berê xwe dane bomberêjkirinê di hewleke bêhêvî de ya dirêjkirina mayîna xwe li Mûsilê bo dirêjtirîn heyama gengaz," wî got.

"Lê belê ew dê di demeke nêzîk de rastî jinavçûna xwe werin," wî got jî, "tevî amadekariyên ku çekdaran kirine."

"Qehr û nerazîbûn li hember DAIŞ di nav bajar de heye," wî got. "Hemû xelk li benda gihiştina hêzên ewlekariyê ne daku pişta wan bigrin û piştgiriya şerê rizgarkirina mezin bikin.

Di xutbeya Îna borî de li Mizgefta Mezin a Mûsiê , gotarbêj bang li xelkê kir ku tevlî rêzên DAIŞ bibin, Surcî got.

"Kesî guh neda gotinên wî û tu kesî nexwest beşdarî şer bibe," vê yekê hişt ku gotarbêj xelkê weke "tirsonek" binav bike, li gorî Surcî.

Piştî rizgarkirina Geyara, wêneyên pêşwazîkirina xelkê ji hêzên rizgarker re di medyaya civakî de hatin belavkirin.

Ev hemû nîşana wê yekê ye ku xelk dixwazin ji DAIŞ xilas bibin, Surcî got.

"Em hêvî dikin ku zexema serkeftinan bidome ji ber ku atmosfêr ji bo serkeftineke hetahetayî guncav e," wî got jî.

Girîngiya stratejîk a balafirgehê

DAIŞ berê xwe daye bomberêjkirina balafirgeha Mûsilê bi teqemeniyan ji ber ku ditirse ku armanca bê ya hêzên serbazî be piştî Geyara, û ji ber girîngiya wê ya di encama şerê rizgarkirinê de, serokê komîteya ewlekariyê di encumena parêzgeha Nînewa de Haşim Birîfkanî ji Diyaruna re got.

"DAIŞ çekdarên xwe yên herî xurt bicih kirine daku kontrola xwe li ser balafirgeh û deverên derdorê wê qayim bike, bi taybet li gundê Elbû Seyf," wî got.

Lê belê ev tektîk "dê pêşketina hêzên me ranewestînin, ku destkeftên mezin li çeperên şer derdora Mûsilê, bi taybet çeperên Geyara, Xazir, Telsiqûf û Şingalê bi dest dixin", wî got.

"Dijmin îro di hundir bajar de dorpêçkirî ye," Birîfkanî got.

Balafirgeha Mûsilê armanceke stratejîk e di şer de, û vegerandina wê tê wateya ku DAIŞ dê bajarê Mûsil ji dest bide, pisporê girûpên terorî Hîşam Haşimî ji Diyaruna re got.

"Wêneyên asmanî ku ji aliyê balafirên serbazî yên Iraqî û hevpeymaniya navdewletî ve hatine girtin nîşan didin ku balafirgeh rastî gelek zerer û têkdanê ji aliyê DAIŞ ve hatiye ji dema ku wê dest daniye ser Mûsilê," wî got.

"Operasiyona vegerandina Mûsilê dê pişta xwe bi hewlên serbazî li ser erdê ji aliyê hêzên çekdar ve girê bide, bi taybet firqeyên 15'an û 16'an û hêzên dijeterorê," wî got jî.

Haşimî got ku ev hêz aniha berê xwe didin rizgarkirina berava rastê (rojava) ji Mûsilê, û hêzên Pêşmerge ber bi berava çepê (rojhilat) ya bajar pêş dikevin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500