Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Enbar yekemîn encumena serbazî ya êlan ji bo şerkirina DAIŞ ava dike

Ala Husên li Bexdayê

Endamên encumena nû ya şervanên êlên Enbarê avakirina xwe di 29'ê Tebaxê de li Remadî ragihandin. [Wêne ji aliyê endamê encumenê Şêx Cebar Mula Xudeyir]

Endamên encumena nû ya şervanên êlên Enbarê avakirina xwe di 29'ê Tebaxê de li Remadî ragihandin. [Wêne ji aliyê endamê encumenê Şêx Cebar Mula Xudeyir]

Lîderên êlên Enbarê yekemîn encumena serbazî ya şervanên êlan li parêzgehê ava kirin weke hewleke jibo yekxistina karînan li hember "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ).

Encumena nû ji bêtirî 5,000 şervanan ji seranserê Enbarê pêk tê ku dê bi fermandariya lîderên êlan, ên ku ji 2006'an ve şerê girûpên terorî li parêzgehê dikin, şerê DAIŞ bikin, Îbrahîm Fehdawî, yek ji damezrênerên encumenê û serokê komîteya ewlekariyê di Encumena Nahiya Xalidiyê de got.

Avakirina encumena serbazî di konferansekê de di 29'ê Tebaxê de li Remadî hat ragihandin ku hejmareke mezin ji lîderên êlan û fermandarên Hêzên Heşda Êlan tê de beşdar bûn.

"Armanca hêza ku nuh hatiye ragihandin şerê terorîzmê ye û yekxistina gotara navxweyî li parêzgehê ye derbarê şerê li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst û jinavbirina wê ye," Fehdawî ji Diyaruna re got.

Encumen bi piştgiriya hikûmeta federal û rêveberiyên xwecihî hat pêkanîn, wî got, û bi hevahengiyeke tam ligel hêzên ewlekariyê li parêzgehê.

Ew ne ser bi tu "rêxistineke siyasî yan partiyekê ye û tu girêdana wê bi tu aliyekî derveyî yanjî herêmî tune ye", wî got jî.

Girtina erdan

Şêx Felah Qerexûlî, ku fermandarekî encumena nû ye û fermandarekî Hêzên Heşda Êlan li rojavayê Enbarê ye, got ku armanca encumena nû girtina erdan e û dubare rehetkirina dilê welatiyan e piştî ku bajarokên wan ji DAIŞ tên rizgarkirin.

"Piraniya hêzên hikûmî ku erdan rizgar dikin, weke Artêşa Iraqî û hêzên Ajansa Dijeterojê, dê ji parêzgehê derkevin piştî rizgarkirina wê, û divê hêzeke ewlekarî ya ku xelk pêbawer be hebe daku erdan bigre," wî got.

"Encumena serbazî ji bo bicihkirina wî erkî bi hevkarî û hevahengiyê ligel hêzên polîsan li Enbarê hat damezrandin," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên encumenê dê li seranserî parêzgehê bi tevahî, ji Felûca li rojhilat heta bi Rutba li rojava bên bicihkirin, Qerexûlî got.

Dê ew li ser çend yekîneyan bên dabeş kirin, ku her yek ji wan ji nêzîkî 40 şervanan pêk tê, wî got.

Ev hêz dê çek û alavên serbazî ji hikûmeta federal werbigrin, wî got jî.

"Dê şervan piştgiriya hêzên Iraqî û yekîneyên firqeya 16'ê di şer de bikin ji bo rizgarkirina bajarokên li rojavayê Enbarê, di nav de Qayim, Ana û Rawa, ligel giravên Remadî û Hît," Qerexûlî got.

Hikûmeta xwecihî ya Enbarê piştgiriya her pêkgeheke ewlekarî yan serbazî li parêzgehê dike "madem li gorî qanûn û destûrê û di bin sîwana Fermandarê Giştî yên Hêzên Çekdar Heyder Ebadî de kar dike", endamê encumena parêzgehê Taha Ebdulxenî got.

"Parêzgeh aniha şerekî tund li dijî DAIŞ dike, ku yek ji hêzên terorîst ên herî hov e di cîhanê de," wî ji Diyaruna re got. "Îro [Enbar] bi hewceyê hewlên hevgirtî ji hemû aliyan ve ye ji bo jinavbirina vê penceşêrê bi temamî."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500