Nûçeyên Iraqê
Topic/IraqToday/sectionlead

DAIŞ hezar çekdar di şerê Girava Xalidiyê de ji dest da

Ala Husên li Bexdayê

Endamekî hêzên Iraqî aleke Iraqî li Xalidiyê, li rojhilatê Remadî, di 1'ê Tebaxê de bilind dike, di dema operasyoneke derxistina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ji deverê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Endamekî hêzên Iraqî aleke Iraqî li Xalidiyê, li rojhilatê Remadî, di 1'ê Tebaxê de bilind dike, di dema operasyoneke derxistina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ji deverê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" herî kêm hezar çekdarên xwe ji dest da dema ku hêzên Iraqî ew ji Girava Xalidiyê li rojhilatê Remadî di hefteya borî de derxistin, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re gotin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş rizgarbûna temam a Girava Xalidiyê di 27'ê Tebaxê de ragihand , piştî êrîşa Iraqî ya ku nêzîkî mehekê dom kir li ser devera di bin kontrola DAIŞ de.

Di 30'ê Tîrmehê de, hêzên Iraqî operasyoneke sêalî bi beşdariya artêşa Iraqî, polîsên federal û hêzên êlî destpê kirin ji bo rizgarkirina Girava Xalidiyê.

Piştgiriya asmanî ji aliyê artêşa Iraqî, hêza asmanî û hevpeymaniya navdewletî dihat kirin.

Di pêvajoya şer de, hêzên Iraqî karîn nêzîkî hezar çekdarên girûpê bikujin, di nav wan de çekdarên biyanî hebûn, piraniya wan li deverên Cezîra yên Elbû Kenaan, Elbû Balî û Kertan, serokê Heşda Eşayirî Reşîd Filêh got.

Hebûneke mezin a DAIŞ li deverê hebû, wî ji Diyaruna re got, ji ber ku piraniya çekdarên ku ji Felûca reviyan piştî rizgarkirina wê bi rêya Elbû Şecal hatin Girava Xalidiyê.

Navenda fermandariya DAIŞ

Girava Xalidiyê navenda fermandarî û kontrola DAIŞ li Enbarê bû û ew weke kenaleke veguhestina pere û çekdaran bo navçeyên din ên parêzgehê dihat bikaranîn, endamê encumena parêzgeha Enbar Ezal Fehdawî got.

Ew yek ji beşên destpêkê yên Enbarê bû ku DAIŞ derbasî wan bû, wî ji Diyaruna re got, û bingeheke asê ya girûpê mabû ji ber cihê wê yê cografî yê kompleks ku gelek baxçe, refînerên avê û kenalên avdanê ku pêşketina hêzên Iraqî asteng dikirin li xwe digre.

"Bidawîhatina girûpa terorîst li Girava Xalidiyê şikestina terorîzmê li tevahiya parêzgeha Enbarê nîşan dide," wî got.

Tu rêya revînê ya endamên DAIŞ tune ye, wî got jî, ji ber ku ev dever penageheke ewle ji wan re bû di dema şerên berê yên Felûca û Remadî de.

"Lê belê, vê carê, ji wan re bûye goristanek, ji ber ku tenê du bijare li pêş wan hene, yan xweradestkirin anjî kuştin," Fehdawî got.

Berî ku şer destpê bike, xelkê deverê reviyan kampên awarebûnê ku ji aliyê hikûmetê ve li deverên ewle hatine amadekirin, wî got.

Her dema ku ewlehî û aramî li herêmê misoger bû û ximzetguzarî hatin berdestkirin ev malbat dê bikaribin vegerin, wî got jî.

"Şerekî yekalîker"

Ev zêdetirî dehsalan e ku endamên tundrew bûne bela serê Girava Xalidiyê, serokê komîteya ewlekarî di encumena nahiya Xalidiyê de Îbrahîm Fehdawî got.

Dever "bo demeke dirêj asêgeheke" Ebû Musaeb Zerqawî, lîderê berê yê Qaîde li Iraqê bû.

Herwiha, wî ji Diyaruna re got, devera Elbû Balî li Girava Xalidiya asêgeha lîderê bilind ê DAIŞ Ebû Ebdulrehman Bîlawî bû, "ku serkêşiya çeteyên girûpê di şerên 2014'an de dikir".

Şerên rizgarkirina Girava Xalidiyê şerên herî dijwar bûn, wî got.

"Me digot qey şerê yekalîker dê li Felûce be, lê xuya bû ku şerê rasteqîn yê rizgarkirina giravê bû, ji ber ku penageha ewle ya sereke ji hemû lîderên girûpê li Enbarê bû," wî got.

Serkeftina li Xalidiyê dê xwedan bandoreke erênî li ser şerên rizgarkirina deverên din be, weke Girava Remadî û deverên li beşên rojava ji parêzgehê, Fehdawî got.

"Şerên li wan deran dê asan bin û terorîst dê rastî şikestinê werin, ji ber ku wan bingeha xwe ya piştgiriya sereke ji dest daye," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500