Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Destêwerdana Hizbulah li Sûriyê aramiya Lubnanê têk dide

Nohad Topalyan li Bêrûtê

Çekdarên Eniya Nusra -- ku navê xwe veguheriya bo Eniya Fetih el-Şam piştî cudabûyîna ji Qa'îde -- li xwendingeheke leşkerî li gotarekê guhdarî dikin piştî ku wan du akademiyên serbazî û navendeke serbazî ya sêyem li başûrê Helebê roja 6'ê Tebaxê kontrol kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got. [Umer Hac Qedûr / AFP]

Çekdarên Eniya Nusra -- ku navê xwe veguheriya bo Eniya Fetih el-Şam piştî cudabûyîna ji Qa'îde -- li xwendingeheke leşkerî li gotarekê guhdarî dikin piştî ku wan du akademiyên serbazî û navendeke serbazî ya sêyem li başûrê Helebê roja 6'ê Tebaxê kontrol kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got. [Umer Hac Qedûr / AFP]

Tevlîbûna "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û girûpa ku berê bi navê Eniya Nusra dihat naskirin di pevçûn û teqînên li nêzî sînorê Lubnan û Sûriyê de rola Hizbulah a têkdana aramiyê li Lubnanê nîşan dide.

Destêwerdana komên ser bi Pasdarên Şoreşa Isalmî ve di şerê Sûrî de hişt ku komên terorîst û aktorên din êrîşî Lubnanê bikin, pisporan ji Al-Mashareq re got.

"Piştî destêwerdana Hizbulah di karûbarên Sûrî de, aramî li Lubnanê têk çû," Hesan Qutb, serokê Navenda Lubnanî ya Lêkolînan û Şêwirmediyê got.

Ev çend meh in ku Eniya Fetih el-Şam, ku berî niha navê wê Eniya Nusra bû, û DAIŞ êrîşên terorî li dijî sivîlan û armancên serbazî pêk tênin û şerê hev dikin.

Artêşa Lubnanî gelek caran bi topên hawinan bersiva êrîşên DAIŞ û Eniya Nusra, ku ew li deverên hevrasî yên li seranserê sînorê Lubnan û Sûriyê bicih bûne, didin û dawîn mînaka Terora ku Lubnanê dike hedef ew bû, ku di saetên destpêkê yên roja 27'ê Hezîranê de, çar xwekujan xwe bi êlekên bombekirî li bajarokî Qa'a yê sînorî xwe teqandin, piştre çar teqînên xwekujî êvara heman rojê rûdan.

Qutb dibêje ku ji aliyekî dê milmilanî navbera DAIŞ û Eniya Nusra de kûrtir bibin û ji aliyekî din dê ew navbera herdu koman û Hizbulah kûrtir bibin.

"Eger Hizbulah destêwerdayîna xwe [li Sûriyê] bidomîne, pevçûnên navbera van koman dê bi bandor be li ser Lubnanê û aramiya wê bê hejandin," wî got.

Gazin ji Hizbulah tên kirin

Di yekemîn derketina xwe ya gelemperî de, serokê Eniya Nusra Ebû Muhemed el-Colanî roja 28'ê Tîrmehê di girte vîdyoyekê de ragihand ku girûpê navê xwe guhertiye û ew û çekdarên din ên li Sûriyê dê rêzên xwe yekbixin, û wê girêdanên xwe bi Qa'îde re birîne.

"Her çawa Eniya Nusra û komên hevşêweyên wê navên xwe veguherin, Lubnanê dê rastî xeteriya rêxistinên terorîst were ji ber destêwerdayîna Hizbulah di şerê Sûriyê de," şîrovekarê siyasî Eli el-Emin ji Al-Mashareq re got.

"Destêwerdayîna Hizbulah li Sûriyê sedema gelek metirsî û karvedanên ku li qada Lubnanî tên jiyankirin e, û wê di bin reaksoynan dike, lê belê kes nizanê li çi demekê de, çawa, anjî bi çi awayan ew wê derbas bin" wî ji Al-Mashareq re got.

Xeteriya ku Eniya Nusra û Girûpên din yên mîna DAIŞ li ser Lubnanê "dê bidome madam ku pirsgirêka Lubnanî-Sûrî berdewam e," wî got.

"Lewra, dê birîn vekirî bimîne, û dide ku di forma, wekî mehên dawî û heta demekî nêzîk, ligel teqînan, xwekujan, zêdebûyîna rûbirûbûnên li ser sînorê Lubnan û Sûriyê û li nezî bajarokên Beqaa bên pêş," wî got.

"Nikare bê îdîakirin ku rewşa Lubnanê baştir bûye," Emîn got. Metirsiyên li ser Lubnanên "dê kêm nebin di demekê de ku Hizbulah destêwerdanê di Sûriyê de dike, ew yek dê xeteriya ku Eniya Nusra, bi nav û rêxistinên xwe yên nû, li ser ewlehiya Lubnanê û xelkê wê çêdike bidomîne".

Eniya Nusra ebayê xwe guhetiye daku xwe ji DAIŞ, hevrêka wê li Sûriyê, cudatir bide xuyakirin, Emîd xanenişînbûyî Rêtşard Daxir got.

Wî got ku çiqas ew hewil bide ku xwe ji Qa'îde bi dûr bixe, ew her dê bimîne komeke terorîst, ji ber ku gotar û bawermendiya wê nehatiye guhertin.

Tevî ku artêşa Lubnanî di şerên li ser sînor ên li hember Eniya Nura û DAIŞ bi serketiye, lê "ev nabe rêgir li ber qelsiyên ewlehî, û Lubnan ji gefa terorîzmê û xeteriya êrîşên terorîstan ne dûr e".

Daxir tekez kir ku xeterî li ser Lubnanê dê bidome "madem Hizbulah destêwerdayîna xwe ya di şerê Sûrî de dewam dike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500