Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Enbarê bingeha xwe li navçeya Rutba dubara vedike

Xalid Ta'î

Efserên polîsê xwecihî kêfxweşiya xwe bi dubara vekirina bingeha polîsê Rutba li devera sînorî ya parêzgeha Enbarê nîşan didin. [Wêne ji aliyê rêveberiya polîsê Enbarê]

Efserên polîsê xwecihî kêfxweşiya xwe bi dubara vekirina bingeha polîsê Rutba li devera sînorî ya parêzgeha Enbarê nîşan didin. [Wêne ji aliyê rêveberiya polîsê Enbarê]

Fermandariya polîsê Enbarê bingeha xwe li navçeya Rutba ya sînorî, ku hêzên Iraqî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di 19'ê Gulanê de vegerandin, dubara vekir, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re gotin.

Bingehê çalakiya xwe piştî du salan ji girtinê berdewam dike, di gavekê de ku berpirs dibêjin dê alîkariyê di xurtkirina ewlehiyê de li navçeyê bike û sînorê rojavayê Iraqê ewletir bike.

Bingeha polîsê Rutba "bingeheke girîng e li beşê rojavayê parêzgeha Enbarê", berpirsê bingehê muqedem Amir Elawî Mihemed got.

"Bingeha me berpirsiyar e ji parastina ewlehî, maf û malûmilkên welatiyan di çarçoveya sînorên îdarî yên navçeya Rutba de, ku herwiha deriyê sînorî yê Tirêbîl ligel Urdun û deriyê Welîd ê bi Sûriyê re û rêya navdewletî bo paytextê, Bexda, lix we digre," wî ji Diyaruna re got.

"Piştî ku Rutba hat rizgarkirin û ji bombeyên bidestçêkirî û mayînan hat paqijkirin, polîsê Enbarê careke din dest bi kar li bingehê kir, û niha karîn dubare vekin daku ew bi karê xwe yê ewlekarî rabe," wî got.

"Hejmareke bes a polîs, çek û otombîlên me yên serbazî hene, ji bo bicihkirina erkên xwe bi temamî," wî got. "Yekîneyeke bersivadana bilez a polîsên Enbarê, Fewca 20'ê, piştgiriya hewlên me yên xurtkirina aştî û aramiyê li Rutba dike mil bi milê hêzên artêşê."

Rewşa ewlekarî ji aliyê van hêzan ve "bi temam kontrolkirî ye", Mihemed got, anî ziman jî ku "ti derbasbûna bi dizî ya terorîstan tune ye".

Ewlehî bi rêya xalên kontrolê yên sabit û yên gerok parastî ye û nobedarên piyade rêgiriyê li ber êrîş û derbasbûna bi dizî ya DAIŞ dikin, wî got jî.

"Qonaxeke nû ya aramiyê"

Dubare vekirina bingeha polîsê Rutba "destpêka qonaxeke nû ya aramiyê ye", qayimeqamê navçeyê Îmad Meşal ji Diyaruna re got.

"Bingeh xala girêdanê navbera welatî û sîstema ewlekarî ya dewletê ye, û dubare vekirina wê gaveke girîng e û ji bajarokê me re gelekî watedar e," wî got.

Xelk bi rêya bingeha polîsan dê êdî bikaribin pêwendiyê ligel hêzên ewlekariyê bikin, wî got, ku dê bikaribin xeberlêdanê li metirsî û tawanên terorî bidin û wan ji giliyên xwe derbarê her tadayî yanjî binpêkirina mafên xwe agahdar bikin.

"Bingehê careke din dest bi kar kiriye û deriyên xwe ji hemû welatiyan re vekirine," Meşal got, anî ziman jî ku kar berdewam e ji bo vegerandina tevger û xizmetguzariyan ji hemû dezgehên dewletê yên din re li Rutba.

Ev yek bi taybet haleta xizmetguzariyên dadgehkirinê ye, wî got, ku neçar bûn bo Amiriyata Felûce bê veguhestin dema DAIŞ dest danî ser deverê.

"Rutba niha ewle ye û hejmarên baş ji hêzên fewcê bersivdana bilez ê polîsê Enbarê, Lîwaya 18'ê yê polîsên federal, û hêzên ji Firqeya 16'ê ya artêşa Iraqê, ligel nobedarên sînor û zilamên êlan hene," wî got.

Hêzên ewlekariyê xendeqeke 15-kîlometrî derdora bajarok dikolin ji bo rêgirtin li êrîşên bi otombîlên bombekirî û derbasbûna bi dizî ya girûpên çekdar ên tundrew, wî got, û niha nêzîkî nîvê karê xwe temam kirine.

"Em hêvî dikin ku piştî mehekê temam bikin," wî got, bal kişand ser wê yekê ku xendeq du metran kûr e û sê metran fireh e.

Hukmê qanûnê vedigere Rutba

"Dewamkirina kar li bingeha polîs li Rutba nîşana vegera qanûnê, hukmê dewletê û jiyana normal e," endama encumena parêzgeha Enbarê Ezal Fehdawî ji Diyaruna re got.

"Dubare vekirina bingehê dê ewlehî û aramiyê li navçeyê xurt bike, ku devereke biyabanî ya berfireh e bi dirêjahiya sînorên ligel Sûriye, Urdun û Erebistana Siûdî," wî got.

"Fermandariya polîsên Enbarê pilaneke ewlekarî ya giştî ji bo parastina Rutba û bajarên din ên parêzgehê amade kiriye," Fehdawî got.

Pilan girîngiyê dide "bilezkirina dubare vekirina bingehên polîsan ên girtî li deverên rizgarkirî, xurtkirina rol û berpirsiyariyên wan ên ewlekariyê, û peydakirina zilam û çekên pêşketî ji wan re", wî got.

Ew herwiha pişta xwe bi "hevahengiya hevbeş navbera hemû yekîneyên serbazî û ewlekarî de, xurtkirina beşdarbûna xelkê di çalakiyên ewlekarî de û ewlekirina rêya navdewletî û hemû dezgehên giştî de", Fehdawî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500