Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ kontrola xwe li ser dawîn devera zengîn bi petrolê li Iraqê ji dest dide

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî zeviya petrolê ya Geyara kontrol dikin piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji rûpela Facebook ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş]

Hêzên Iraqî zeviya petrolê ya Geyara kontrol dikin piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji rûpela Facebook ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş]

Bi rizgarkirina Geyara û deverên derdorê li başûrê Mûsilê hefteya borî, "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) devera herî zengîn bi petrolê li Iraqê û ya dawî ku di destê wê de bû ji dest da, berpirsan ji Diyaruna re got.

DAIŞ gelek çalakiyên xwe bi rêya qaçaxiya petrola xav ji bîrên li herêmê temwîl dikir, di nav de Geyara, yek ji kevintirîn û girîngtirîn deverên petrolê li Iraqê.

Di demekê de, Mesfa Geyara rojane nêzîkî 16,000 bermîl berhem tanî, û hikûmeta Iraqê plan kiribû ku bîrên bêtir li derdorê bikole.

Roja Pêncşemê (25'ê Tebaxê), hêzên Iraqî DAIŞ ji Geyara derxistin, operasyoneke serkeftî ya sê-rojî jibo derxistina çekdarên girûpê ji taxên niştecîbûnê, bingeha elektrîkê û dezgehên jêrxaneyê yên din bidawî anî.

Vê serkeftinê "pişta DAIŞ şikand", Muzhir Mihemed Salih, ku şêwirmendekî aborî yê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ye, ji Diyaruna re got.

"Girûpa terorîst DAIŞ bi awayekî sereke pişta xwe bi qazancên ji operasyonên dizî û qaçaxiya petrolê girê dida," wî da xuyakirin. "Ev dahat kêm bûne ligel kêmbûna bandora terorîstan û jidestdana wan ji gelek deveran re, bi taybet deverên zengîn bi petrolê,û çavkaniyên sirûştî û hesinî."

"Bi rizgarkirina Geyara, girûpê devera dawî ya ku pişta xwe bi çavkaniyên wê yên petrolê girê dida ji bo peydakirina pêwîstiya xwe ya bilez ji pereyan re ji dest da," wî got, anî ziman jî ku jidestanyîna vê çavkaniya girîng dê gurzeke mezin li girûpê bide.

Vegerandina Geyara, ligel bîrên neftê û mesfa wê, bo destên Iraqiyan tê wateya ku DAIŞ êdî nikare gelekî bimîne, wî got.

Jinavçûna girûpê "niha nêzîk bûye", wî got jî.

Armancgirtina tankerên DAIŞ

Berî operasyona rizgarkirina Geyara, balafirên hevpeymaniyê di mehên dawî de gelek tankerên DAIŞ ên ku petrol bi qaçaxî vediguhestin derveyî Geyara wêran kirin.

"Roleke mezin a van êrîşên asmanî di qelskirina karîna girûpê ya dizîna petrola xav ji Geyara hebû," endamê encumena parêzgeha Nînewa Ebdulrehman Wekaa got.

"Terorîstan petrol ji nêzîkî 100 bîran derdixist û rojane bi qaçaxî bi rêya bi sedên tankeran dibirin nav xaka Sûriyê," wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku DAIŞ herwiha "şewatker", ku yekîneyên biçûk yên ji bo refînerkirina petrola xav in, bikar tanîn.

"Ev çalakî di dema dawî de ji ber bombebarankirina asmanî gelekî kêm bûbûn, lê bi temamî nehatibûn rawestandin," wî got.

"Niha Geyara û saziyên wê yên petrolê, herwiha bingeha elektrîkê ya bi gazê dixebite, di bin kontrola hêzên me de ne, tiştek di destê DAIŞ de nemaye," Wekaa got.

DAIŞ di krîzeke darayî de ye

Vegera kontrola Iraqî li ser projeyên enerjiyê li Geyara "dê roleke sereke di yekalîkirina şerê li dijî terorîzmê de bilîze", aborînas Basim Cemîl Entiwan ji Diyaruna re got.

"DAIŞ hemû bîrên petrolê ji dest dabûn û tenê zeviya petrolê ya Geyara di destê wê de mabû, ku wê ji wir rojane navbera 50,000 û 60,000 bermîlî de didizîn ji destpêka dagirkariya wê ve" ya berî du salan, wî got.

"Kemiyên ku dihatin dizîn kêm bûn bi sedema armancgirtina asmanî ya berdewam ji tankerên ku di qaçaxiya petrolê de dihatin bikaranîn re," wî got jî.

"Rizgarkirina vê zeviya petrolê û Mesfa wê dê DAIŞ bixe zehmetiyeke darayî ya mezin de û di dorpêçeke tund de, ji ber ku ew nema dikare mûçeyên çekdarên xwe bide, pêwîstiyên wan peyda bike û xerciyên şer bide," Entiwan got.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi hêviya Xwedê, Xwedayê Mezin û Heqdar, hemû Iraq dê were vegerandin û em dê van berazan bikujin. Em dê, Xwedê hez bike, mafên şehîdên xwe bistînin. Baweriya min bi Xwedê heye.

BERSIV BIDE

Ey, Xwedê, serkeftinê bide hemû şaxên hêzên me yên çekdar! Ey, Xwedê, serkeftinê li dijî berazên gemar ên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku Xewaricên vê serdemê ne bide! Ey, Xwedê, erda bin lingên wan de bişewitîne û hêzê bide artêşa me ya mêrxas!

BERSIV BIDE

Bi hêviya Xwedê, em dê derbasî Mûsilê bibin.

BERSIV BIDE