Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ xwarinê weke çekekî li hember xelkê Mûsilê bikar tîne

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî di rahênanekê de li Bexdayê beşdar in di demekê de ku amadekariyan ji bo vegerandina Mûsilê dikin, asêgeha sereke y a dawî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li Iraqê. [Sebah Erar/AFP]

Hêzên Iraqî di rahênanekê de li Bexdayê beşdar in di demekê de ku amadekariyan ji bo vegerandina Mûsilê dikin, asêgeha sereke y a dawî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li Iraqê. [Sebah Erar/AFP]

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dest bi birçîkirina xelkê Mûsilê kiriye daku guvaşan li ser wan bike jibo tevlî rêzên wê bibin piştî kûştina gelek çekdarên wê di şerên ligel hêzên Iraqî de, berpirsan ji Diyaruna re got.

"Xelkê Mûsilê dikarin di rojê de bi tenê carekê xwarinê bidest bixin ji encama kampanyaya birçîkirinê ya ku DAIŞ pêk tîne ji bo wan neçar bike ku tevlî rêzên wê bibin," endamê encumena parêzgeha Nînewa Ebdulrehman Wekaa got.

"DAIŞ vê dawiyê gelek endamên xwe di şerê ligel hêzên me de ji dest daye û çavkaniyên wê yên aborî gelekî kêm bûne," wî ji Diyaruna re got. "Ji ber vê yekê ew niha dixwaze, bi rêya vê kampanyaya hovane, jidestdanên xwe veşêre."

Girûpê bihayên xwarinê di bazarên xwecihî de bilind kirine, wî got, ku çiwalekî 50 kîlograman ê ard niha bi bêtirî 100,000 dînarên Iraqî ($85) tê firoştin, heman kemiya birincê bi 70,000 dînarî ye ($60) û botleke 1.5 lîtir a rûnê xwarinê bi 10,000 dînarî ye ($9).

"DAIŞ bihayên ku xelk didin kontrol dike û bi kêfa xwe wan bilind dike, lê belê kelûpelên xwarinê bêpere yanjî bi bihayên erzan dide endamên xwe û malbatên wan," wî got.

Ji bo rûbirûbûyîna li hember vê guvaşê, xelk şînkahiyê li malan diçînin, û xwarinê difroşin hev, û tiştên nav malên xwe difroşin daku pereyan bidest bixin, Wekka got.

"Carinan pereyên kêm ji kesûkarên xwe yên li derveyî Mûsilê werdigrin bi rêya transfêrên veşartî yên pereyan ên ku ne di bin kontrola terorîstan de ne," wî got.

"Ez bi berdewamî pêwendiyê ligel xelkê [li Mûsilê] dikim û wan daye xuyakirin ku li cem wan mirina ji birçîbûnê ji tevlîbûna di rêzên terorîstan de baştir e", wî got jî.

Xelk taktîkên DAIŞ napejirînin

"Xelkê Mûsilê, di herdû salên dagirkariya DAIŞ de ji bajar re, rastî gelek coreyên tirsandin, zordarî û îşkenceyê hatine," serokê komîteya awareyan di encumena parêzgeha Nînewa de Xezwan Hemîd got.

"Binpêkariya herî dawî bikaranîna terorîstan ji xwarinê re ye weke alaveke guvaşê li ser xelkê, daku bihêlin kurên xwe, bi taybet xortan, bişînin kampên DAIŞ," wî ji Diyaruna re got.

Rewşa mirovî li Mûsilê gelekî zehmet e ji ber dorpêça DAIŞ û mamaleya wê ya ligel xelkê bajar, yên ku ji ber bihayên giran û bêkariya belavbûyî êdî nikarin xwarinê bikrin, Hemîd got.

"Tevlî zehmetiya giran, xelk qebûl nakin ku tevlî rêzên terorîstan bibin, tevî kiryarên zordarî û birçîkirinê yên DAIŞ," wî got, anî ziman ku ew hêzê di wan agahiyan de yên ku dibêjin ku hêzên rizgarker dê nêzîk bigihin bajar dibînin.

DAIŞ birçîbûnê weke alaveke guvaşê li ser xelkê bikar tîne, lê ew "hîn rastî zehmetiyên mezin tê derbarê neçarkirina xelkê ya tevlîkirina wan di rêzên xwe de", rojnamevanê li Nînewa Mihemed Tariq Beyatî, yê ku di Radyoya Xed de dixebite got.

"Xelk bersiva vê guvaşê nadin, tevî kampanyayên terorîstan ên temakirin, tawankarî û zordariyê," wî ji Diyraruna re got.

Mûsil rastî felca aborî hatiye bi sedema kontrola DAIŞ, wî got, anî ziman ku kar gelekî kêm e, û kesên ku kar dibînin jî, heqdestê wan gelekî kêm e.

"Ez xelknan li wir nas dikim ku di rojê de 10 saetan kar dikin û tenê 1,000 dînarî weke heqdestê xwe yê rojane werdigrin [kêmtirî $1]," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

hahahahaha

BERSIV BIDE