Nûçeyên Iraqê
Ol

Planeke nû bi armanca miyanrewkirina gotarê olî li Enbarê

Ala Husên li Bexdayê

Serokê Weqfa Sunî Ebduletîf Hemîm li pêşiya nimêjkerên roja Înê li mizgefteke parêzgeha Enbarê nimêj dike. [Wêne ji rêveberiya polîsê Enbarê]

Serokê Weqfa Sunî Ebduletîf Hemîm li pêşiya nimêjkerên roja Înê li mizgefteke parêzgeha Enbarê nimêj dike. [Wêne ji rêveberiya polîsê Enbarê]

Berpirsên Iraqî planeke nû ya arastekirina gotara olî li mizgeftên Enbarê ber bi miyanrewbûnê ve eşkere kirin piştî ku hin aliyan minber ji bo tundrewbûn û tundûtûjiyê bikar tan di heyama dagirkariya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de.

Weqfên parlementoya Iraqî û komîteya karûbarên olî bi hevahengiyê ligel Weqfa Sunî li ser rêxistinkirina prosesê û rêvebirina mizgeftên Enbarê piştî serdema DAIŞ dixebitin, serokê komîteyê Ebdulezîz Ecman got.

Komîte dê li gorî rêbernameyên ku ji aliyê Komisyona Niştîmanî ya Parastina bihevrejiyana Aştiyane û Şerê li dijî Tundrewbûn û Terorîzmê ve hatine berhevkirin kar bike, ku ji aliyê parlementoyê ve di Mijdara Borî de hat pêkanîn weke hewleke ji bo belavkirina kultûra miyanrewbûnê, wî got.

Komisyonê li deverên rizgarbûyî mîna Felûca dest bi kar kir, ew jî bi rêya hilbijartina hejmarek ji îmamên nû, wî got.

Dîwana Weqfa Sunî dê ji bo rêgirtin li vegera gotarbêjên ku rê ji îdolojiya şaş a DAIŞ re xweş kirin bikeve xebatê de, wî got, anî ziman jî ku gotarbêj nikarin vegerin ser kar heta ku pêdaçûn li helwestên wan neyê kirin.

Jinûtestkirina gotarbêj û îmaman

Despêka îsal, Dîwana Weqfa Sunî lêkolînek amade kir ku tê de banga pêkanîna komîteyên taybet kir ji bo dîtina rêyên nû yên rêvebirina mizgeftan, serokê weqfê Şêx Ebduletîf Hemîm ji Diyaruna re got.

Ev komîte dê encumeneke lêkolîneran destnîşan bike, weke berîtiyeke herî sereke, ji bo jinûtaqîkirina îmam û gotarbêjên mizgeftên Enbar, Selahedîn û Nînewa, piştrastkirina şarezeyan, û dûrkirina kesên ku hizrê tundrew belav dikin.

Weqfe dê herwiha korsên rahênanê ji îmam û gotarbêjan re li Zanîngeha Ezher a Misrê û li Kuwêt û Dubey organîze bike ji bo jinûhînkirina wan li gorî xeta miyanrewbûnê, wî got.

Hemîm got ku korsên li derve dê hevdem ligel birêveçûna 500 kursên li welat ku dê bi dirêjahiya herdu salên bê werin lidarxistin organîze bibin, bi armanca nûhînkirina bêtirî 14,000 îmam û gotarbêjan.

Şêx Feysel Asafî, serokê Encumena Êlan a li dijî DAIŞ, ji Diyaruna re got ku koka krîza tundûtûjî û tundrewbûnê li mizgeftên Enbarê vedigere heyam rejîma Sedam Husên.

Wê demê, wî got, Felûca, ku weke bajarê mizgeftan naskirî ye, bûbû navenda gotarbêjên tund û tundrew ku wane û nerînên wan bandor li gelek kesên ji nefşê niha kirin.

Wî banga vegerandina mizgeftan bo erkê wan ên sereke weke platformên tolerans û miyanrewbûnê kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500