Nûçeyên Iraqê
Aborî

Programa kar a Diyala alîkariya Iraqiyên aware dike

Xalid Ta'î

Iraqiyên aware çemê Xuraysan li parêzgeha Diyala paqij dikin weke beşek ji programeke navxweyî ji bo peydakirina derfetên kar ji awareyan re. [Wêne ji rûpela Facebook ya endama encumena parêzgeha Diyala Esma Kembeş]

Iraqiyên aware çemê Xuraysan li parêzgeha Diyala paqij dikin weke beşek ji programeke navxweyî ji bo peydakirina derfetên kar ji awareyan re. [Wêne ji rûpela Facebook ya endama encumena parêzgeha Diyala Esma Kembeş]

Hikûmeta xwecihî ya Diyala kar li ser peydakirina kar ji xelkê aware re li parêzgehê dike weke beşek ji projeyeke hevbeş ji bo pêşxistina şertûmercên jiyana malbatên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatine awarekirin.

Dîtina kar ji malbatên aware re "berêtiyeke sereke" ye, seroka komîteya rêxistinan li encumena parêzgeha Diyala Esma Kembeş got.

"Em mezintirîn projeya bi vî cureyê li Diyala ji bo peydakirina kar ji xelkê aware re li bajarê Baqûba bicî dikin, ligel alîkariya rasterast ji aliyê sziyên hikûmî û çend rêxistinên navdewletî ve," wê ji Diyaruna re got.

"Me di naverasta Tîrmehê de dest bi bicîbicîkirina projeyê kir, ku gelek programên peydakirina kar ji xelkê aware re, çi nêr û çi mê bin, li xwe digre û ji bo kesên bêkar ên xort û bitemen jî," wê got jî.

"Yek ji programên ku me destpê kiriye, bi hevahengiyê ligel Encumena Penaberan a Danîmarkî, peydakirina kar ji 280 kesên aware re bû bo heyama du mehan, bi heqdestê rojane $12 ji her awareyekî re, li hember paqijkirina Çemê Xuraysan li bajarê Baqûba," Kembeş got.

"Piştî temamkirina vî karî, em dê ber bi temamkirina projeyên din tevbigerin, weke çakirin û çandina daran di nava kolanan de anjî çandina daran li parkên giştî," wê got.

"Di programê de karên sadetir ji girûpên bitementir re hene, bi heyamên kar ên ne dirêjtir ji pênc saetan di rojê de," Kembeş anî ziman.

Rahênan li ser kar û dayîna qerzan

Hikûmeta xwecihî ya Diyala herwiha ligel Wezareta Kar û Ciwanan dest bi programekê kiriye ji bo fêrkirina jin û keçên aware li ser dirûtin, ciwankariya porê û nanpêjiyê, Kembeş got.

"Program her sê mehan girûpeke ji 25 jinên aware perwerde dike," wê got, anî ziman ku herwiha alîkariya darayî jî pêşkêş dike, weke dayîna qerzên demdirêj, ji bo jinên ku dixwazin projeyên kar ên biçûk dabimezrênin.

Qerz navbera pênc milyon dînarên Iraqî ($4,230) heta 25 milyon dînaran ($21,150) de ne, li gorî pêwîstiyên projeyê, wê got.

Programên zêdetir ligel ajansên NY tên birêvebirin ji bo beşdarkirina şêniyan di projeyên jinûavakirina jêrxaneyê de li deverên rizgarbûyî, wê got, û ji bo arastekirina enerjiyên wan bo çakirina dezgehên giştî weke dibistan, nexweşxane, û rêveberiyên xizmetguzariyan.

"Weke gava yekem, em aniha kar li ser peydakirina kar ji dora11,000 kesî re ku li Baqûba dijîn dikin," wê got. "Hêdî hêdî, em dê hejmara sûdmendên ji projeyê zêde bikin."

Rêveberiya Kar û Karûbarên Civakî ya Diyala "amade ye ku hevahengiyê ligel hemû rêxistinên mirovî bike ji bo pêşxistina şertûmercên malbatên aware û daku alîkariya endamên wan didîtina karekî guncav de bikin", rêveber Humam el-Temîmî ji Diyaruna re got.

"Rêveberiya me dixwaze bihêle ku xelk aware çavkaniyên dhat ên bênavber bibînin bi rêya beşdarbûna wan di programên rahênan û pêşxistina profesyoneliyê de, herwiha bi dayîn qerzên rehet û alîkarîkirina darayî bi grûpên civakî yên herî hejar re," wî got.

"Hewlên me yên îroyîn girîngiyê didin tevlîkirina aware û malbatên xizan di parêzgehê de, bi rêya alîkariya darayî ji aliyê tora parastina civakî ve," wî got. "Heta niha, me herî kêm 35,000 malbatên belavkirî li seranserê navçe û deverên Diyala tevlî kirine."

"Em aniha li ser biparkirina malbatên bêtir ji alîkariyên hikûmî re kar dikin," wî got jî.

Alîkariya bêtir pêwîst e

Diyala "bi hewceyê piştgiriya bêtir a hikûmetê ye ji bo başkirina ewlehî û aramiya awareyan û malbatên ku vedigerin warên xwe ji bo bilindkirina asta standardên jiyana wan", Parlementerê Iraqî Raed el-Dehlekî, ku serokatiya komîteya parlementoyê ya karûbarên awareyan dike, got.

Peydakirina kar û çavkaniyên dahatê ji awareyan û kesên vegeriyayî re girîng e, wî ji Diyaruna re got, ligel pêşkêşkirina piştgiriya civakî û mirovî ji wan re " daku ew yek rol di kêmkirina êşên wan de bibîne".

Wî bang li rêxistinên navdewletî kir ku alîkariya xwe ya ji bo vê deverê zêdetir bikin.

Hevdem, Ehmed Hazim, yê 26 salî, ku ji aliyê DAIŞ ve hat awarekirin, got ku ew kêfxweş ku wî di dawî de karî karekî bi rêya projeya peydakirina kar a Diyala bidest bixe.

"Ez bêkar bûm, lê niha ez ligel gelek awaryan karê paqijkirina Xuraysan bi awayekî rojane dikim," wî got. "Anih ez peran bi bi dest dixim û rolê di alîkarîkirna malbatan xwe de dibênim. Ez hêvî dikin ku hertim bixebitim û pereyên bêtir bidest bixim."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500