Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êlên Enbarê soza piştgiriya hêzên Iraqî didin

Ala Husên li Bexdayê

Kesayetên artêşa Iraqî ligel endamên êlên Enbarê li Remadî dicivin piştî ku bajar ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Wêne ji rêveberiya polîsê Enbarê]

Kesayetên artêşa Iraqî ligel endamên êlên Enbarê li Remadî dicivin piştî ku bajar ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Wêne ji rêveberiya polîsê Enbarê]

Lîderên êlan li Enbarê dibêjin ku dê piştgiriya hêzên Iraqê bikin di parastina ewlehî û aramiyê li bajarokên ku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatine rizgarkirin de, rêkeftinên êlî ji bo redkirin û dûrxistina girûpê eşkere kirin.

di demekê de ku hêzên Iraqî bajarên mezin ên parêzgehê rizgar kirin, weke Remadî û Felûca, berpirsên xwecihî û serkêşên êlan dest bi qonaxeke nû ji têgihiştinan kirin ji bo xurtkirina ewlekariyê û rêgirtin li ber vegera DAIŞ.

Hemû xelk û êlên Enbarê piştgiriya hewlên hêzên Iraqî ji bo parastina ewlehiyê dikin, Şêx Rafî Fehdawî, ku lîderê encumena êlan e ku ew şerê DAIŞ li Enbarê dikin, got.

Xelkê normal dê beşekî girîng bin ji operasiyona ewlekarî ya parêzgehê di qonaxa piştî rizgarkirinê de, wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku divê çarçoveyeke kar a nû hebe ji bo hevahengiyê navbera desthilatên xwecihî û sivîlan de.

Li ser bingeha vê çarçoveya kar, wî got, lîderên ewlekariyê yên destpak û jêhatî divê erkên xwe yên piştgiriya êlên Enbarê bicih bikin, û hêzên heşda eşayirî divê bê amadekirin ji bo piştgiriya hêzên ewlekarî yên din.

Wî herwiha tekezî li ser pêwîstiya ku dadgeh rola xwe di girtin û dadgehkirina herkesê ku pêwendiya wî bi DAIŞ re hebe bilîze kir.

Rêkeftina Xelkê Enbarê

Rêkeftina Xelkê Enbarê, ku ji aliyê gelek lîderên êlan ve bi amadebûna Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî û parêzgarê Enbarê Suheyib Rawî hatiye îmzekirin, dibêje ku kesên bi tometên terorê hatibin tawanbarkirin dê ji bajarên rizgarbûyî yên parêzgehê bên dûrxitin.

Rêkeftina, ku di 22'ê Tîrmehê de hat îmzekirin, "daxwazê ji hemû xelkê parêzgehê dike ku hevahengiyê ligel ajansên ewlekarî bikin û hêzên ewlekariyê ji her kesê girêdayî bi girûpa terorîst a DAIŞ anjî yên hevkariyê bi wê re dikin agahdar bikin, ligel [xeberlêdana wan] ji hemû karên gumanlêkirî ku metirsiyê li ser aramî û ewlehiyê çêdikin".

Rêkeftin herwiha hişyariyê dide "malbatên tometêbarên bi pêwendiyê ligel terorîstên DAIŞ ku navbênkariyê ji bo wan nekin û daxwaza efûyê ji wan re nekin nejî bertîlan bidin, lê belê meseleyê bihêlin ji dadgehê re, yanjî dê weke tawanbaran mamele ligel wan bê kirin".

Ew daxwazê ji hêzên ewlekariyê dike ku "xurt û profesyonel bin û xwe dûrî melaqî û cudahiyê di vê derbarê de bikin", û ji bo xurtkirina bêalîbûna dadgehê "bi rêya pêkanîna desthilateke lêkolînan a destpak û profesyonel".

Rêkeftin herwiha daxwaza "aktîvkirina cezayên nefîkirin a jî dûrxistinê dike ku li gorî şerîet û adetên êlî jibo rêgirtin li aloziyên navbera malbatên nelihev de û parastina aştiya sivîl pêk dihatin".

Di heman demê de, ew wan "karên ku her kesek an girûpek tolê hilde çi ji aliyê madî yanjî manewî bêyî veger bo desthilata dadgehê yanjî adetên êlî yên li gorî şerîeta Îslamî" red dike.

Gilîkirin li endamên DAIŞ

Hejmarek ji êlên devera Remadî dest bi gilîkirin li endamên tundrew li cem desthilatan kirine, Şêx Îhsan Essafî, mezinekî êla Elbû Esaf, got.

Zilamên êlan li devera Zenkûra ya nêzîkî Remadî 155 endamên êlên xwe yên ku pêwendiya wan bi DAIŞ re hebû di dema kontrolkirina wê ji bajar re binav kirine, wî got.

Navên wan ji desthilatan re hatine radestkirin jibo dadgehkirin û girtina wan ji ber wan tawanên derheqê xelkê parêzgehê de pêk anîne, wî got.

Zilamên êlên Zenkûra bi hevdengî lihev kirin ku tometbaran bidin dadgehkirin, wî got, û rê li wan bigrin ku vegerin herêmê di bin çi bihaneyê de be.

Di heman derbarê de, serokê encumena êlan Şêx Feysel Esafî ji Diyaruna re got ku xelkê Enbarê zordariya ku di bin desthilata DAIŞ de rastî hatne jibîr nakin.

Ew wan kesan efû nakin ku ew kuştin û koçber kirin, namûsa wan binpêkirin û zarokên wan sêwî kirin, wî got.

Divê cezakirin û lêpirsîn ne tenê ji endamên DAIŞ re be, wî got, lê divê her kesê ku gihiştina wan asan kirin li ber xwe bigre çi bi rêya gotinan be yanjî bi kirdarî, bê liberçavgirtina girêdana wan, ji ber ku divê hemû di hizûra qanûnê de wekhev bin.

Êl stûna sereke ya civaka Enbarê ye, wî got jî, û hejmareke mezin ji êlên Iraqî yên resen bi dijatiya xwe ji terorîsm û tundrêbûnê naskirî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500