Nûçeyên Iraqê
Penaber

Navenda Enbarê alîlariyê di rihetkitina derûniya zarokên aware de dike

Xalid el-Taî

Cebar Hemîd, ku serokatiya navenda dubara pêgihandina derûnî ya Kilo- 18 dike, di nav komeke zarokên aware de sekiniye li kempa li nêzî Remadî. [Wêne ji aliyê Cebar Hemîd ve hatiye wergirtin]

Cebar Hemîd, ku serokatiya navenda dubara pêgihandina derûnî ya Kilo- 18 dike, di nav komeke zarokên aware de sekiniye li kempa li nêzî Remadî. [Wêne ji aliyê Cebar Hemîd ve hatiye wergirtin]

Kempa awareyan a Kilo-18 ya li nêzîkê Remadî navendeke perwerdekirinê û dubara pêgihandina derûnî vekiriye daku alêkariya çakbûna zarokên malbatên aware ji trawmeya ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve bike.

Navend ji sê rakêşên ku bi kempê ve girêdayî ne pêk tê ku amûrên perwerdekirinê, leystok, û xizmetguzariyên saxlemiyê di nav de hene û dikare 350 zarokên ku di navbera 3 û 10 salî de ne bihewîne," serokê navendê Cebar Hemîd got.

"Berî navend bi tenê çadireke biçûk bû," wî ji Diyaruna re got.

Bi hevahengiya rêveberiya Remadî û çend rêxistinên mirovî, ev navend hat guhirtin, wî got, ku xizmetên perwerdeyî û dubara pêgihandina derûnî di bin çavdêriya mamosteyên profesyonal de tên pêşkêşkirin.

"Bi avakirina vê navendê, em hewil didin ku em şop û derhawiştên zihnî ku terorîzmê li canên zarokan hiştine bên rakirin, weke koçkirina bi zor û dîmenên kuştin, tirsandin û tundûtûjiyê ku ew erastî hatine dema DAIŞ kontrola deverên wan dikir.

Navenda nû, ku xizmeta kempa Kilo-18 ku li rojavayê Remadî ye dike, dixwaze bingeheke baş ji zarokan çê bike, wî got.

karmendên wê hêvî dikin ku "konsept û reftarên çewt rast bikin û terkîz li ser nirxên mirovî bikin weke hevahengiya bihevreyî, hezkirina xêrdanê, tolerans, rastgotin û jinavbirina tundrewiyê û hemu nîşanên stemê", wî anî ziman jî.

"Em jî dixwazin skîlên zarokan baştir bikin behre û karînên wan pêş bixin, û asta perwerdeya wan jî baştir bikin, ji ber ku ew navikên civakê ne û zilamên sibe ne, û lazime em guhê xwe bidin wan daku ew bibin takekesên ku bikaribin xizmeta welatê xwe bikin," wî got.

Jîngeheke baştir ji zarokan re

"Vekirina navendê gaveke ji bo avakirina jîngeheke derûnî û civakî ya baştir ji bo zarokên malbatên aware yên ku li Kilo- 18 ne û dê karînên wan derbaskirina rewşên zehmet ku ew ji encama terorîzmê rastî hatine derbas bikin," qaimqamê Remadî Ibrahîm el-Ewsec ji Diyaruna re got.

Bi alîkariya UNICEF hate vekirin, navend ji karmendên civakî pêk tê ku ew dê moralên erênî biçînin "daku cih ji tundrewbûn, kîn û bêhêvîbûnê re nahêle ku di nav hiş û can terorîstan de hene", wî got.

Kilo-18 niha dora 1,350 malbatan dihewîne, piraniya wan ji gundên li rojavayê Remadî û Hîtê aware bûne, el-Ewsec got.

"Zarokên di kempê de [...] du salên temam di bin kontorla çekdarên DAIŞ de jiyan kirine, yên ku hewil dane hemu tiştên kirêt û tarî di hişên zarokên me de biçînin," wî got.

"Ev niha berpirsyariya me ye ku em hemu hewilên xwe bidin daku em bihêlin ev zarok bi hizrên nû, hişekî nû, û jiyaneke nû jiyan bikin daku ew jî bikaribin welatê xwe ava bikin û alîkariyê di pêşketinê de bikin," wî anî ziman jî.

Gelek dibistan hatine rûxandin anjî wêrankirin

"DAIŞ bi awayekî gelek mezin jêxaneya perwerdeyî li Remadî xirab kiriye," el-Ewsec got, bal kişand ku 31 dibistan hatine wêrankirin û 120 ên din jî hatine rûxandin.

"Programa Geşesendinê ya NY alîkariya me kiriye ku em pênc dibstanên zererdîtî nuamade bikin û pilaneke rêveberiye xwecihî ya me heye ku 10 dibistanan li saziyên demî li Remadî berî sala akadimî ya nû destpê bike ava bike," wî got

El-Ewsec bang li desthilatên hukmetê û rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê bidin rêxisitina wî ji bo nuavakirina kerta perwerdeya bajêr.

"Kerta perwerdê di kempa Kilo- 18 de yekem navend e ku ji bo dubara pêgihandina derûnî ji bo zarokên malbatên awarebûyî û ji bo zêdekirina karînên wan yên perwerdeyî û zihnî hatiye vekirin li Enbarê," Mihemed Raşid, birêveberê ofîsa Wezareta Koç û Koçberan li Enbarê got.

"Wezareta me ji aliyê xwe ve kar li ser alîkarîkirin û piştgiriya hemû malbatên ku li kempê jiyan dikin dike ew jî bi peydakirina pêdivîyên wan û zarokên wan, weke xwarin, pêdiviyên jiyanê, tiştên awarte û xizmetên malê yên cor bi cor," wî ji Diyaruna re got.

"Pilana me hene ku em kampê ferhtir bikin daku em hejmarên zêdetir ji malbatên aware bihewînin, bi taybet ku şerê derxisina çekdarên DAIŞ ji asêgehên wan ên dawîn li Enbarê didome," Raşid got.

"Du zarokên min hene û ez dixwazin wan tevlî navendê bikim" Qeys el-Dilêmî, 19 salî ye, Iraqiyekî aware ye li kampa Kilo-18 jiyan dike, biryara vekirina navendê bi "pêngaveke baş" wesf dike.

"Ez bang li hukmetê dikim ku bêtir guh bide me, rewşa me baştir bike û zû me vegerîne deverên me," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500