Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî amadekariyan ji bo operasyona Hewîce dikin

Xalid el-Tayî

Polîsên Kerkûkê şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dikin. Hêzên Iraqî amadekariya operasyonekê ji bo rizgarkirina navçeya Hewîce ya parêzgehê dikin. [Wêne ji rêveberiya polîsên Kerkûkê]

Polîsên Kerkûkê şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dikin. Hêzên Iraqî amadekariya operasyonekê ji bo rizgarkirina navçeya Hewîce ya parêzgehê dikin. [Wêne ji rêveberiya polîsên Kerkûkê]

Hêzên Iraqî amadekariyê dikin ji bo rizgarkirina bajarê Hewîce ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li ser daxwaza berpirsên Kerkûkê, desthilatên xwecihî hefteya borî gotin.

Daxwaz ji ber wê yekê hat ku DAIŞ bi hezarên sivîlan girtin dema ku hewl didan ji navçeya Hewîce li başûrê rojavayê Kerkûkê, ligel raporên ku nîşan didin ku hejmarek ji wan ji aliyê çekdarên girûpê ve hatine îdamkirin.

Berpirsên parêzgehê û yên xwecihî daxwaz ji hêzên Iraqî kirin ku "bilez destêwerdanê bikin ji bo jinavbirina endamên DAIŞ li Hewîce û rizgarkirina bajêr ji destên wan", cîgirê parêzgarê Kerkûkê Rakan el-Cibûrî got.

Serkirdayetiya Iraqî bersiveke erênî derbarê rizgarkirina bajêr da, ku ev demeke rastî zehmetiyê di bin dorpêça DAIŞê de tê, wî ji Diyaruna re got.

"Em hêvî dikin ku operasyona rizgarkirina Hewîce bilez destpê bike û terorîst bên derxistin," el-Cibûrî got.

Yekîneyên serbazî berî niha li derdora bajêr hatine bicihkirin, wî zelal kir, lê ne bes in ku operasyonê pêk bînin.

Hewîce bajarekî mezin e, bi şeş yekîneyên îdarî û xelkê wê nêzîkî nîv milyonî ne, wî got, û bûye bingehek ji çekdarên DAIŞ re yên ku ji parêzgehên bakur ên Diyala, Selahedîn û Enbarê reviyabûn piştî ku hêzên Iraqî ew dever rizgar kirin.

Kemîn ji sivîlên reviyayî re tên danîn

Di hefteyên dawî de, bi hezarên xelkê gundên Eyselana, Sîha û Um Kesîr ji deverê reviyan ji encama "zordarî, hejarî, nêza û jiyana zehmet" ku diviyabû telmûl bikin di bin desthilata DAIŞ de, el-Cibûrî got.

"Terorîstan kemîn ji van kesên reviyayî re danîn, ku piraniya wan jin û zarok bûn, û ew girtin," wî got.

Hin rapor hene ku dibêjin DAIŞê hejmarek ji xortên girtî di nav Bekera de, ku kampeke berê ya artêşa Iraqî li rojhilatê Hewîce ye, îdam kirine, wî got.

"Hûrgiliyên piştrastkirî ji Hewîce nîşan didin ku DAIŞê herî kêm 3,000 kesên ku hewl dane ji gundên bin destê wê de birevin girtine," Parlementerê Iraqî Mihemed Temîm, ku nûneratiya parêzgeha Kerkûkê dike, got.

"Terorîstan ev welatî di girûpan de kom kirin û ew di xendeq, dibistan û malan de hiştin," wî ji Diyaruna re got. "Hin ji wan di bin rewşên nemirovane yên gelek zehmet de hatine girtin."

"Girûpê heta niha bi rêya gulebarankirinê 60 xortên girtî îdam kirine," Temîm got, anî ziman jî dibe ku ev hejmar zêde bibe.

Wî bang li Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî û "lîderên operasyonên serbazî yên hevbeş kir ku bilez tevbigerin û welatiyên girtî ku rastî metirsiya jenosidê li ser destê DAIŞê tên rizgar bikin".

Xelkê Hewîce ji dema ku DAIŞê êrîşî bajêr kir di Hezîranê de 2014an de rastî zehmetiyê tên, Temîm got.

"Amarên li cem me piştrast dikin ku nêzîkî 7,000 kes ji Hewîce hatine îdamkirin, 5,000 kes di nepeniya neçar de ne û 6,600 mal di herdu salên borî de hatine wêrankirin," wî got.

Hêzên êlan dê beşdarî şer bibin

"Endamên êlên el-Obeyid, Cibûr, Elbûhamdan û yên din li Hewîce hemû ligel hêzên ewlekarî ne û amade ne ku beşdarî şerê li dijî DAIŞê bibin," Şêx Enwer el-Asî, serokê êla el-Obeyid li Hewîce, got.

"Niha nêzîkî 2,000 çekdarên xwebexş bi awayekî fermî xwe tomar kirine weke beşekê ji hêzên heşda eşayirî li navçeya Hewîce," wî got. "Ew niha ligel artêş û polîsên xwecihî ne û ji bo destpêkirina her operasyoneke serbazî ji bo rizgarkirina bajêr amade ne ."

El-Asî got ku di baweriya wî de ku hejmareke mezin ji xelkê asê li Hewîce dê beşdarî şerê li dijî DAIŞê bibin her dema ku operasyona rizgarkirina bajêr destpê bike.

Lê wî hişyarî da ku xelkê bajêr rastî karesateke mirovî li ser destê DAIŞê werin, anî ziman jî ku endamên girûpê dest bi kuştina malbatên aware yên ku ketin di destên wan de kirine .

"Wan dest bi birina xortekî ji her malekê kirine û wan li pêş malbatên wan gulebaran dikin û dikujin, li gorî piştrastkirinên ku me ji xelkê bajêr û şahidhalan wergirtine," wî got. "Em ditirsin ku tişt ji kontrolê derkevin û komkujiyeke mezin çêbibe."

"Em di bin emrê dewletê de ne, û em hazirin xwe bikin qurbanî ji bo rizgarkirina xelkê xwe û vegerandina deverên xwe," el-Asî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500