Nûçeyên Iraqê
Analîz

Cudabûna Bereya Nusra nîşana qelsbûna Qaîde ye

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîre

Xelkê bajarê Maaret el-Numan ê Sûriyê xwepêşandanekê li dijî Bereya Nusra lidar dixin di Adarê de. [Wêne ji Ebdulla el-Cerk]

Xelkê bajarê Maaret el-Numan ê Sûriyê xwepêşandanekê li dijî Bereya Nusra lidar dixin di Adarê de. [Wêne ji Ebdulla el-Cerk]

Bereya Nusra navê xwe guhert lê tebîeta xwe neguhert, pispor ji Diyaruna re dibêjin, tînin ziman jî ku biryara wê ya dawî bi qutkirina pêwendiyan ligel Qaîde û nûbinavkirina xwe tenê jihevketina Qaîde nîşan dide.

Di yekem derketina xwe di vîdyoyeke giştî de, ku di 28ê Tîrmehê de li ser înternetê hat belavkirin, lîderê Bereya Nusra Ebû Mihemed el-Colanî got ku grûpa wî navê xwe kir Bereya Fetih el-Şam û dê hewl bide ku rêzên xwe ligel grûpên ku li Sûriyê şer dikin bike yek.

El-Colanî di vîdyoyê de bi cilên serbazî bû û bi riha dirêj û şaşikê bû. Wî spasiya lîderên Qaîde kir "ji ber têgihiştina pêwîstiya qutkirina pêwendiyan" û soz da ku "bereya nû dê ne girêdayî ti aliyekî derve be", got jî ku armanca cudabûna ji Qaîde "parastina şoreşa Sûrî ye".

Di heman rojê de, lîderê Qaîde Eymen el-Zewahirî di nameyeke dengî de bi eşkere li biryara Bereya Nusra mukir hat ku pêwendiyên xwe ligel Qaîde qut bike û jê razî bû.

Şîrovekar dibêjin ku Bereya Nusra hewl dide ku xwe ji rikebera xwe, "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), cuda bike, ya ku bûye armanca êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê ye û bi ti lihevkirinên agirbestê nayê parastin.

Bandora el-Qaîde qels dibe

"Cudabûna Bereya Nusra derbeya duyem e ji Qaîde re, ku ya yekem cudabûna Ebû Bekir el-Bexdadî bû, emîrê [berê] yê Qaîde li Iraqê bû ku berê xwe da Sûriyê û DAIŞ damezirand," efserê artêşê yê Misrê yê xanenişîn Lîwa Yehya Mihemed Elî, ku pispor e di warê grûpên tundrê de ye got.

"Ev yek daketina di rola giştî ya ku Qaîde de dilîst piştrast dike û herwiha nekarîna wê ku kontrola xwe li ser şaxên xwe ferz bike, bi taybet şaxê Sûriyê, piştrast dike" wî ji Diyaruna re got.

Elî ev yek bi awayekî mezin vegerande guvaşên serbazî, ewlekarî û navdewletî yên ku Qaîde rastî wan tê.

"Bi vî awayî, şerê ligel terorîzmê dikeve di qonaxeke din de, ku dê asantir be ku grûpên terorîst ên cuda bên jinavbirin li şûna şerê li dijî grûpeke mezin," wî got, anî ziman jî ku dê cudabûn aloziyê navbera herdu grûpan zêde bike.

Krîza siyasî dê bihêle rûbirûbûn navbera herdu grûpan çêbibe ji ber ku ewên kar bikin ji bo parastina serkeftinên li ser erdê, hevdem parastina bingeha cemawerî li ser erdê, wî got.

"Qonaxa bê li Sûriyê dê bêguman dîtina çend cudabûnan di nav rêzên Bereya Nusra de be, ji ber ku ev biryar ne li gorî hêviyên hejmareke mezin ji emîr û endamên bereyê ye," wî got.

Hin endamên Bereya Nusra "bi awayekî hetmî meyla îdolojiya cîhadî ya bingehîn dikin û tevlî Bereya Nusra bibûn ji ber ku şaxê Qaîde li Sûriyê bû", wî got.

"Dawiya çarenivîsa Qaîde"

Şêxê cîhadî yê berê Nebîl Neîm, ku endamekî damezrêner ji Cîhada Îslamî li Misrê bû, di daxuyaniya xwe de got, Bereya Nusra bi awayekî bibandor "çarenivîsa Qaîde bidawî anî, ku lîderê wê, Eymen el-Zewahirî, niha nema dikare kontrola xwe li ser şaxên grûpê, bi taybetî yên li Iraq û Sûriyê, ferz bike".

Hemû nîşanan didan xuyakirin ku cudabûn nêzîk e, wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku girêdana darayî navbera Bereya Nusra û Qaîde hatiye qutkirin.

"Berê, şaxan berê xwe didan Qaîde ji bo fînansekirinê," wî got. "Lê belê, niha, serokê wê, ku niha Eymen el-Zewahirî nûneratiya wî dike, ji aliyê darayî ve qelstir e ji pereyên ku DAIŞ û Bereya Nusra bidest dixin."

Tundrêyên xwediyên îdolojiya Qaîdê niha li pêşiya du rêyan in, wî got: Ew dikarin tevlî operasyonên terorî bibin weke beşekê ji DAIŞê -- ku rastî daketineke berdewam di samanên xwe de tê -- yan jî tevlî Bereya Nusra ya nû bibin û bi temamî tevlî krîza Sûriyê bibin, û baş dizanin ku ti rola grûpê di pêşerojê de tune ye.

"Wiiha, mumkin e ku cudabûnên bêtir çêbibin [ji ber ku ew] li bijardeyeke sêyem digerin," wî got jî.

Bereya Nusra hewl dide ku xwe biparêze

"Her kesê ku ji nêz ve li gotarên her yek ji lîderê Qaîde Eymen el-Zewahirî û emîrê Bereya Nusra ku di wan de behsa cudabûnê kirin dinere, dê bi awayekî xuya bibîne ku wan gelekî guh dane ku atmosfêra giştî ya aloz navbera grûpên cîhadî zêde nekin," şîrovekarê serbazî û efserê serbazî yê Misrî yê xanenişîn Lîwa Ebdulkerîm Ehmed got.

Ev hewlek bû ji bo kêmkirina zererên ku ji encama cudabûnê çêbûn, wî ji Diyaruna re got.

Tişteke balkêş e ku di gotara xwe de, el-Colanî îsrar kir li ser girêdan bi îdolojiya damezrênerê Qaîde Osama bin Ladin ve, wî got, ji ber ku ev yek xaleke nakokiyê bû navbera Bereya Nusra û Qaîde di dema borî de, û her aliyekî ji wan ê din bi dûrketin ji bîrokeyên bin Ladin tometbar dikir.

"Bi vê guhertina manorî, Bereya Nusra hewl dide ku xwe [ji Qaîde] cuda bike û hewl dide roleke siyasî bilîze ji bo parastina xwe di dema bê de û herwiha nîşan bide ku wê dev ji rêbaza terorîst berdaye," Ehmed got.

Ev yek ji encama qebûlnekirina civaka navdewletî ji her grûpeke girêdayî Qaîde û armancgirtina wê, wî anî ziman.

Qaîde û DAIŞ dê bêguman hewl bidin ku li ser grûpên din ên opozîsyonê yên çekdar ku li Sûriyê şer dikin biserkevin daku bandora Bereya Nusra li ser erdê kêm bikin, wî got jî, û ev yek dê cudabûna grûpên terorê li ser erdê zêde bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Wa, Xwedê, şerê di navbera wan de dijwar bike!

BERSIV BIDE

Programeke xweş e ku bi rastî ecêb e!

BERSIV BIDE