Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzeke nû ji bo parastina sînorên Iraqê ji derbasbûna DAIŞ hat pêkanîn

Xalid el-Taî

Bi hezarên tîmên ewlekariyê, weke vî nîşangirê artêşa Iraqê, têne rahênan daku parastina sînorên Iraqê bi Urdun û Sûriye re bikin. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê hatiye wergirtin]

Bi hezarên tîmên ewlekariyê, weke vî nîşangirê artêşa Iraqê, têne rahênan daku parastina sînorên Iraqê bi Urdun û Sûriye re bikin. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê hatiye wergirtin]

Bi sedên zêrevanên nobedar di vê dawiyê de ji korsekê li Enbarê derçûne û niha ji bo parastina sînorên Iraqê bi Urdun û Sûriyê re amade ne her dema ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hate derxistin.

Di dema korsa du-mehî de di bingeha Ên el-Esed ya serbazî de li navçeya Bexdadî, ya ku 20ê Tîrmehê temam bû, 600 beşdarên wê fêrî bikaranîna çekên giran û navincî û teknolojiya çavdêriyê bûn, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbarê Racî Berekat el-Eyfan got.

"Ev hêz bi ewlekirin û parastina hêla sînorê li rojavayê Enbarê dê bê spartin, ji bakurê bajarê Qayim li ser sînorê Sûriyê heta bajarê Rutba û sînorê Iraqî-Urdunî, dema ku ev dever ji kontrola endamên terorîst bi temamî bên rizgarkirin," wî ji Diyaruna re got.

Ev yekemîn karwana gelek grûpên derçûyî yên nobedarên sînorî ye, wî got, ji ber ku sînorê Iraqê ligel Sûriye û Urdunê pêwîstiya wê bi 3,000 kesan heye daku bi awayekî baş bê parastin.

"Hêzên sînorê yên Iraqî niha deriyê sînorî yê Tirêbîl ligel Urdunê diparêzin û yekîneyên serbazî li ser dirêjahiya rêya navdewletî ji deriyê sînorê ve heta bajarokê Rutba yê rizgarkirî hatine bicihkirin û ji wir heta bajarên din ên li Enbarê," el-Eyfan got.

"Lê belê, endamên DAIŞ hêj bajarokê Qayim ê sînorî kontrol dikin ligel deverên din ên li rojavayê Enbarê weke Rewa û Ana," wî got. "Kampanyayeke gelekî mezin ji bo vegerandina van bajarokan û bi girtina sînor bi temamî di rûyê DAIŞ de heye."

Amadekirin ji bo şikandina DAIŞê

Derçûna yekemîn grûpa yekîneyên nobedarên sînorî "gaveke girîng û temamker e ji bo hewldanên serbazî yên ji bo rûbirûbûna çeteyên DAIŞê", serokê encumena xwecihî ya Qayim Nazim Berdan ji Diyaruna re got.

Sînor ji Qayim heta deriyê sînorî yê Tirêbîl 220 kîlometran dirêj e, wî got.

"Ji bo ewlekirina mesafeteke bi vê dirêjahiya mezin gelek yekîneyên ku bi awayekî taybet hatine rahênan, otombîl, wesayîtên zirxkirî û çekên bes, tevî hewleke asmanî pêwîst in, daku hewlên derbasbûna bi dizî kêm bikin û sînor bi başî kontrol bikin," wî got.

"Divê ev hêz ji niha ve amade bin û ji hemû aliyan ve baş hazirkirî bin daku berevaniyê li sînorên welat û ewlehiya erd û welatiyên xwe bikin," Berdan got.

"Parastina sînorê Iraqê yê rojavayî berpirsyaretiya nobedarên sînorî ye," Eqîd Cemal Şihab, fermandarê fewca 1ê ya hêzên êlî li rojavayê Enbarê, got.

"Amadekarî ji bo zêdekirina hejmara hêzan û pêşxistina hazirbûna wan berdewam in, bi taybetî bi sedema zêdebûna erdên rizgarkirî yên li rojavayê Enbarê.

Du lîwayên serbazî niha deriyê sînorî yê Tirêbîl girtine, wî ji Diyaruna re got, hêviya xwe nîşan da ku çaxê Enbar bi temamî bê rizgarkirin ev hêz dikarin herin cihên din.

"Zêdetir ji 500 şervanan ji êlên Enbarê hatine spartin daku di kampanyaya serbazî ya niha de beşdar bin daku terorîstên li deverên rojavayê parêzgeha Enbarê derxin," Şihab got.

"Ev çekdarên xwebexş rahênanên fizîkî û serbazî temam kirine û îro ji bo şerê li dijî DAIŞê ligel birayên xwe di hêzên artêş û polîsan de amade ne," wî got.

"Dê roleke wan a girîng hebe di parastina ewlehî û aramiya deverên wan de piştî ku bêne rizgarkirin," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500