Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

"Newadir" isbat kir ku hêzên lokal di şerkirina DAIŞ de serketî ne

Xalid al-Taî

Hêzên Newadir ala Iraqê li ser navenda tendirustî li Meyselûn, li devera Um Zîban li Mûsilê bilind kirin [Wêne ji rûpela hêzên Newadir a Facebook hatiye wergirtin]

Hêzên Newadir ala Iraqê li ser navenda tendirustî li Meyselûn, li devera Um Zîban li Mûsilê bilind kirin [Wêne ji rûpela hêzên Newadir a Facebook hatiye wergirtin]

Hêzeke lokal a Iraqî bi navê "Newadir" dergehekî sînorî yê yekcar girîng li rojavayê parêzgeha Neynewa ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ew weke korîdoreke çûnûhatina di navber Iraq û Sûriyê de bikar tanî kontrol kir.

Hêz ji şervanên Erebên Sunnî yên êla Şemer û xwebexşên Êzîdî pêk tê, li gorî damezrêner û serperiştiyarê vê hêzê parlementerê Iraqî Ebd al-Rehîm el-Şemerî.

Di hevpeyvîneke Diyarura de roja 22'ê Tîrmehê, el-Şemerî got ku hêz Sibatê hatiye damezrandin, û ji zêdetir ji 1,500 şervanan pêk tê, ku nîvê wan ji êla wî ne û nîvê din ji şervanên Êzîdî ne.

"Ji dema ragihandina damezrandina wê ve, armanca hêza "Newadir" rûbirûbûna DAIŞ e û derxistina wê ji deverên ku wan kontrol dike li rojavayê Neynewa," wî got.

"Ji dawiya Avdarê ve, me karî em deverên sînorî yên girîng li qezaya el-Beac, ku devera Um el-Zîban lixwe digere rizgar bikin, ku ji nêzî 16 gundan û nih gundên din yên ser bi devera Um Cirês ve pêk tê," wî got.

"Di dema pevçûnên rizgarkirinê de, zêdetirî 100 çekdarên DAIŞ hatin kuştin û rastî xisarên madî yên mezin hatin" el-Şemerî got. "Aniha şervanên me bi temamî kontrola xwe li ser van gundan disepênin, xetên berevaniyê û xalên cihgirtina hevbeş jî hene."

Wî got ku dergehê sînorî bi Sûriyê re ku bi rêya Mûsil-Reqa tê naskirin cihê derbasbûyîna hejmareke mezin a çekdarên DAIŞ bo Iraqê bû û "aniha ew ewle ye û haletên derbasbûna bi dizî tune ne".

Fermandarê hêzê ji hikûmeta Iraqî xwest ku şervanên wî weke şerkerên fermî venasîn bike û çek û wesayîtên bêtir bide wan û piştgiriya asmanî berfirehtir bike.

"Şêniyên li rojavayê Neynewa ku ji aliyê DAIŞ ve hatine dorpêçkirin daxwazê ji me û hêzên ewlekariyê dikin ku em bi awayekî bilez wan xilas bikin, ew bi berdewamî me bi agahiyên hewalgirî yên girîng zêde dikin, û timî tekez dikin ku ew hevkar in û ew dê li tenîşt her karekî leşkerî ku dê wan ji terorîstan rizgar bike bisekinin," el-Şemerî got.

Hewla hevahengiyê

"Hêzên Newadir deverên girîng li nêzî sînorê bi Sûriyê re kontrol dikin, û rê nadin endamên DAIŞ derbas bibin û hêzên wê li Mûsil bicih bibin," Ebdul Rehman el-Weka, ku endemekî Encûmena Parêzgeha Neynewa ye, got.

Hêzê hejmarek ji pevçûnan li dijî DAIŞ pêk anîn ku tê de "terorîst rastî şikestinên giran hatin û nema sûdê ji dergehê sînorî ku bajarê Sûrî Reqa bi Mûsilê ve girêdide dibînin ", wî got.

Al-Wekaa got ku reveberiya wî ya xwecihî hewl dide ku karînên vê hêzê " di sîstema berevaniya niştîmanî de baştir bike daku şerkirina li dijî terorîzmê hêzdar bibe û endamên wê ji parêzgeha Neynewa û welat bi giştî bê derxistin".

Efserê lraqî yê berê Ehmed el-Şerîfî got ku şerê li dijî DAIŞ "bi hewceyî keda herkesî ye, bê cudabûn".

"Beşdariya şêniyan di şer de faktoreke sereke ye di yekalîkirina her şerekî li dijî terorîzmê de û divê beşdarî bê bihêzkirin weke hazirî ji qonaxa piştî jinavbirina DAIŞ re," wî ji Diyaruna re got.

El-Şerîfî got ku hêza Newadir û hêzên lokal ên din roleke leşkerî ya girîng di şerê rizgarkirina Iraqê ji DAIŞ dilîzin, û qurbaniyên mezin didin.

"Bi dîtina min, divê em pişta xwe bi şêniyên xwecihî girêbidin daku em aramî û ewlehiya deverên rizgarbûyî misoger bikin û wan deveran ji vegera terorîstan biparêzin," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silav ji hêzên çekdar ên Iraqî re.

BERSIV BIDE

Pir xweşik e

BERSIV BIDE

Na, ji ber ku ew xayîn in. Çima niha? Werin, wan bînin; ew "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê (DAIŞ)" bi rengekî din in.

BERSIV BIDE

Xwedê her kesê binamûs ku berevaniyê li welatê xwe dike pîroz bike!

BERSIV BIDE