Nûçeyên Iraqê
Tolerans

Hevbendiya li dijî DAIŞ li bakurê Sûriyê dengoyên fitnê red dike

Welîd Ebu el-Xêr li Qahîra

Şervanekî Kurd ê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) avê dide malbateke ku ji deverên ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ve hatine kontrolkirin direve. [Wêne ji rûpela Facebookê ya HSD hatiye wergirtin]

Şervanekî Kurd ê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) avê dide malbateke ku ji deverên ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ve hatine kontrolkirin direve. [Wêne ji rûpela Facebookê ya HSD hatiye wergirtin]

Hevkariya di navbera girûpên etinîkî de li bakurê Sûriyê bi awayekî rasterast bandorê li pêşveçûna operasiyonên leşkerî yên li dijî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dike, û gotegotên ku qala nakokiyan di navbera hevbendan de dikin ne rast in lê hewlên nepak ên pêkanîna fitnê ne, şêniyên bakurê Sûriyê ji Diyaruna re dibêjin.

Armanca derewên DAIŞ "nîşandana hebûna derzekê ye di navbera Kurd û Ereban de li bakurê Sûriyê, bi armanca belavkirina çanda xwîn û berberiyê hevşêweyê kiryarên DAIŞ", Şervan Derwîş, berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbic, ku beşek ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye, got.

Got jî dema ku Minbic rizgar bibe, dê berîtî ji avakirina piran û vegerandina pêwendiyan di navbera pêkhateyên civakê de be bi rêya beşdarîkirina tevahiya pêkhateyan di pêkanîna saziyên dadmendî, rêvbirin, zagonsaz û cîbicîkar de.

Girûpên Etinîkî yên Sûriyê parçe parçe nabin ji ber ku "ew qonax bi saya xwîna Kurd, Ereb, Siryan, Kildan û Turkumenan hatiye derbaskirin, û ew xwîn hatiye rijandin ji bo rizgarkirina Minbic ji terorê", wî got.

Bersivdayîna derewên DAIŞ, Derwîş got, dê bi kiryarên kesatî û xelkê Minbic bê holê ku ew baş dizanin ku erkê avakirina civakeke "li ser esasê baweriya bi rastiya pirrengiyê û hiştina ku tevahiya pêkhateyên dîrokî derbirîna xwe bikin" dê li ser milê wan be.

Yekîtiya li dijî DAIŞ

"Tekiliyên di navbera pêkhateyên etinîkî yên cuda de ku şêniyên navçeya bakurê Sûriyê pêk tînin dîrokî û nayab e, ev têkilî berçav e bi taybet di navbera Kurd û Ereban de ku li pêş e," Alan Murad, efserekî Yekîneyên Hêzên Parastina Gel yên Kurd (YPG), got.

"Tevî hemû kampaniyayên medyayî yên dijber ku hewil didin ku bidin xuyakirin ku pirsgirêk di nav herdu aliyan de hene, rastî kûrahiya van têkiliyan piştrast dike, bi taybet derbarê şerkirina li dijî DAIŞ," wî ji Diyaruna re got.

Da zanîn ku hevbendiya Erebî-Kurdî roleke wê ya girîng di pêkanîna hêzên HSD û Meclîsa Minbic de heye, ku ew di vegerandina deverên berfireh de ku di bin kontrola DAIŞ de bûn biser ketin.

"Buyerên aniha li ser zemînê diqewimin zelaltirîn û bihêztirîn bersivdayîn e ji kampanyayên medyayî yên derewîn re ne ku dibêjin ku hewil didin Ereban ji bakurê Sûriyê koçber bikin," Murad got, anî ziman jî ku êlên Ereb ku ji ber DAIŞ reviyane li navçeyên Kurdî hatine pêşwazîkirin.

Herwiha, hêzên Kurdî û Erebî mil bi mil kar dikin da ku deverê ji teqemenî û mînên ku DAIŞ li pey xwe hiştine xilas bikin û piştre dê rê bê dayîn ku hemû şênî bi selametî vegerim malên xwe, wî got.

Êl tevlî şer dibin

Muhemed el-Himêş, ku ji êleke Minbic e, got ku biryara ji aliyê êlên Minbic û devera derdorê ya piştevanîkirina Meclîsa Minbic tekeziya têkiliyên wan ên kûr bi Kurdan re dike.

Da zanîn ku "Konsepta intîmaya êlî û qebelî ku di nav Erebên bakurê Sûriyê de berbelav e û ew zagonên xwe yên taybet dişopînin ku ew herkesî neçar dikin ku pêbendî tek helwest û tek biryarê bibe".

Lewra, hevbendiya leşkerî li navçeyên Minbic, el-Bab û Cezîrê "bihêztirîn belgeya rêkeftina di navbera êlên navçeyê de ye da ku li tenîşt hêzên Kurdî ku YPG û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ne, şer bikin", wî got.

Êla Herb, ku yek ji êlên herî mezin li navçeyê ye, "daxuyaniyeke zelal di Hezîranê de derxist û tê de ragihand ku ew li tenîşt hêzên Kurdî di şerê DAIŞ de cih digre û daxwaz ji tevahiya êlan kir ku rêya wê bişopînin," wî got.

El-Himêş, ku ew aniha li gundên Kobanî ye ku vê dawiyê tev malbata xwe koçberî wir bûye, ji Diyaruna re got ku hevkariya di navbera Ereb û Kurdan de heta devera el-Reqa dirêj dibe ku gelek girûpên serbazî yên hevpeyman li wir hene.

"Nehiştin û jinavbirina terorîzmê bi tenê [tê bidestxistin] bi rêya bêkanîna têkiliyên xurt," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500