Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tektîkên DAIŞ ên bazirganî refleksa kiryarên çeteyan dike

Welîd Ebu el-Xêr li Qahira

Bazara serekî li el-Reqa, ku di bin kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" de ye, cihê gelek çalakiyên nerewa yên girûpê ye bo dabînkirina temwîlê. [Wêne ji el-Reqa bi Bêdengî Tê Serjêkirin hatiye wergirtin]

Bazara serekî li el-Reqa, ku di bin kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" de ye, cihê gelek çalakiyên nerewa yên girûpê ye bo dabînkirina temwîlê. [Wêne ji el-Reqa bi Bêdengî Tê Serjêkirin hatiye wergirtin]

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) beşdariyê di çend çalakiyên hevşêwazê çeteyên tawankarî yên navdewletî, şarezayan ji Diyaruna re got.

Girûp beşdarî di hemû şêweyên dizî, bazirganiya bi mirov, girtina koleyan û bazirganiya çekan, qaçaxçiya metryalên dizî weke neft û şûnwaran, firotina berhemên demsalî ku zevî ji cotyaran bi darêzorê hatine standin piştî reva wan, û ferzkirina bacan li ser şêniyan.

"Tevhiya kar û çalakiyên aborî û hemû rêkar bê dudilî li dervî zagonê ne" profesorê zagona navdewletî li Zanîngeha Qahîra Muhamed Fethî got.

DAIŞ "bi awayekî nerewa destê xwe li ser samanên dewleta Sûriyê daniye, ku ew taybet in bi gelê Sûriyê", wî ji Diyaruna re got.

"Lewra, derxistin, parzûnkirin û firoştina neftê, destdanîn li ser zeviyên çandiniyê û kolandin û firoştina şûnwaran bi tevahî kiryarên diziyê ne," wî got.

Raport dibêjin ku bazirganên şûnwaran mijûlî çalakiyê de piştî ku girûpê polîtka dayîna rêdanên lêgerîn û kolandin bi 60 ji sedî ji buhayên tiştên firoştî.

Hejmarek ji rêkeftinên NY şûnwaran diparêze û bazirganiya bi wan qedexe dike, di nav de Rêkeftina1972'an A Taybetmend bi Parastina Kultura Çandî û Xwezayî ya Cîhanî, û Rêkeftina 2001'an a Parastina Kultura Avabinerdê ya Xwezayî û 2003'an A Parastina Kultura Çandî Ya Nemadî.

Ev yek "bazirganiya nerewa ya şûnwar û nehiştina talankirin, dizî veguhestina mulkên [kulturî] li derveyî sînorên welatê resen", Fethî got.

Encumena Ewlekarî ya NY dikare cezayan li ser endamên DAIŞ ferz bike û dikare ji dewletan bixwaze ku wan bigre û radestî dadgehê bike, ku dibe piştre ew li Dadgeha Tawankarî ya Navdewletî, wî got jî.

Êrîşên asmanî dahatên DAIŞ hedef digrin

"Raportên medyayî û daxuyaniyên leşkerî û siyasî vê dawiyê piştras dikin ku DAIŞ beşeke mezin ji sermayên xwe ji dest daye di encama êrîşên asmanî ku ji aliyê balefirên şer ên hevpeymana navdewletî li Sûriyê," rojnamevanê Sûrî Muhemed el-Ebdula, ku li Qahira dimîne, got.

Di mihên dawî de, ji Diyaruna re got, êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê tankerên ku nefta DAIŞ vediguhezin, ku di bazara reş de dihat firoştin bi rêya qaçaxçiyan, hedef girtin.

Herwiha êrîşan li bîrên neftê, mesfa û msesfayên neftên yên biçûk ku bi "şewtêneran" tên naskirin dan, wî got.

Herwiha ji bo rûbirûbûyîna zêdebûna windahiyan, girûpê bîrên neftê û mesfa bi kirê li deverên mîna el-Reqa û Dêr Ezzor dan, el-Ebdula got, ji tirsa ku endamên bi êrîşên asmanî bên kuştin.

DAIŞ pêşwext perê derxistin û parzûnkirina neftê dide, wî şifûve kir, bal kişan jî "Şikestina aborî hişt ku DAIŞ neçar bibe ku li rêyên nû yên çavkaniyên aborî bibîne".

Ev çavkaniyên fendkirinê "zêdetir wekî kiryarên çetan e", wî got, anî ziman jî ku "girûpê li çete û mafiyayên navdewletî yên herên mezin di çalakiyên bazirganî de borand".

DAIŞ dest dideyne ser mulkan

Ebdulqadir Yehya, şêniyekî el-Reqa ye ji ber sedemên ewlekarî xwest navê wî veşartî bimîne, ji Diyaruna re got ku ev çend mih in DAIŞ dest pêkiriye dest dideyne li ser mal, dukan û zeviyên hevwelatiyên ku ji deverê revîne .

"Bi bihaneya ku wan olê xwe guhertiye û ew li welatên kafiran dijîn, girûpê ev hemû ji berjewendiya xwe re bikar anî," wî got.

DAIŞ ew ji bo hewandina endamên xwe bikar tîne yanjî wan bi kirêyeke mehane dide li gorî girêbestên sala ku ji aliyê "dadgeha şerîetê" tên dayîn, wî got jî.

Girûpê bi lezkirina destdanîna li ser dukanên bazirganî li barza giştî, Yehya got, ew wan bi 15,000 ($69.53) heta 50,000 lîreyên Sûrî ($231.77) mehane bi kirê didin .

Herwiha, DAIŞ jî bacên zêdetir mehane li ser dukanan ferz dike, ji 1,500 ($7) ta bi zêdetirî 10,000 lîreyên Sûrî ($46.35), li gorî mezinbûna kar û çalakbûna wî karî, wî got.

Girûpê dahatên nû berdest kiriye ew jî bi rîdana "veguhestina qûmê ve ji aliyên bazirganên tiştên avakirinêji beravên çemê Feratê," Yehya got.

Qûm tê firûştin bi kalandina zeviyên li tenîşt çemê Feratî ji heyamekê ve bo ku bazirgan qûm derbixin, wî got, ev yek perên kaş ên gelek ji girûpê re misoger kiriye û ew yek dê bibe sedema nemana qûmê li deverê.

Piraniya ew kesên ligel DAIŞ dixebitin "ji hesabxwestina zagonî ditirsin, ku her yek ji wan dizane ku rewş wiha berdewam nake û dê ew roj bê ku zagon dê carek din serdest be", Yehya got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500