Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êl û polîs bi erkê ewlekirina Felûca radibin

Xalid el-Taî

Hêzên Iraqî ji Lîwaya Mertala Felûca beşek ji hewldanên ewlekarî yên hevbeş in ji bo parastina bajêr piştî şikandina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwaya Mertala Felûca]

Hêzên Iraqî ji Lîwaya Mertala Felûca beşek ji hewldanên ewlekarî yên hevbeş in ji bo parastina bajêr piştî şikandina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwaya Mertala Felûca]

Şervanên êlan û polîsê xwecihî dest bi rêvebirina ewlekariyê li bajarê Felûca yê Enbarê kirine, ku ew bajar di dawiya Hezîranê de ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hat rizgarkirin.

Yekîneyên ji zilamên êlan û polîsê Enbarê pêk tên dest bi hilgirtina berpirsiyariyan ji destê artêş û polîsê federal kirine, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbarê Racih el-Eyfan hefteya borî ji Mewtinî re got.

"Çar fewc ji Lîwaya Mertala Felûca, ku ji şervanên êlan pêk tên, ligel hêzên hawarçûnê yên xwecihî yên girêdayî fermandariya polîsê Enbarê, dest bi derbasbûna bo nav bajarê Felûca kirine daku erkê ewlekariyê li wê derê werbigrin û erdê bigrin," wî got.

Erkê wan ê sereke dê rêgirtin li ber vegerana çekdarên DAIŞ be bo bajêr û herwiha piştgiriya hewlên cuda ji bo vegerandina aramî û ewlehiyê, el-Eyfan got.

Gava yekem di pilana ji bo parastina Felûca de dê nûrêxistinkirin û amadekirina hemû baregehan û cihên ewlekariyê yên sereke li bajêr be û bicihkirina polîs û hêzên êlan li seranserê hemû tax û dergehan, wî got.

Ev yek ji bo "rêgirtin li derbasbûna bi dizî ya terorîstan û parastina can û milkên xelkê ku vedigere" hatiye danîn, wî got jî.

Amadekarî ji bo vegera şêniyan

Tedbîrên vegera xelkê aware jî hatine destpêkirin, el-Eyfan got, tê çaverêkirin ku girûpa yekem di meha bê de vegere.

"Em pêşbînî dikin ku nêzîkî 2,000 malbatan di karwana yekem de vegerin, û her grûpeke nû dê vegere piştî ku ewlekariya wê were piştrastkirin, daku grûpeke din li pey wê were û bi vî awayî, heta ku hemû malbatên aware vegerin," wî got.

Rêveberiyên xizmetguzariyan ku av, bermahiyên pîs û elektirîkê birêve dibin hefteya borî dest bi nirxandina zererên ku gihane jêrxaneya Felûca û "dest bi pilanên nûavakirinê kirin berî ku xelkê vegere", wî got jî.

"Herwiha, hewlên endazyarî yên Wezareta Berevaniyê yên pûçkirin û rakirina bombeyên bidestçêkirî û mayînên ku ji aliyê terorîstan ve li bajêr hatine çandin hîn berdewam in," wî got.

"Hemû dergehên Felûca hatine ewlekirin û bajar ji aliyê hêzên serbazî ve ku ji hemû aliyan pêk tên hatiye dorpêçkirin, û endamên DAIŞ nikarin bi dizî derbasî wê bibin," qayimeqamê Felûca Îsa el-Îsawî ji Mewtinî re got.

"Guhdana me ya sereke niha vegerandina xizmetguzariyên bingehîn e weke av û elektirîkê û herwiha nûavakirina nexweşxaneyan û rêveberiyên cuda yên xizmetguzariyan, ji ber ku vegera xelkê aware girêdayî vegerandina hemû van xizmetguzariyan e û peydakirina atmosfîreke ewle ji van vegeriyayiyan re," wî got.

Paqijkirina bajêr ji teqemeniyan

" Niha hêzên serbazî li Felûca kar li ser temamkirina paqijkirina taxên bajêr ji bombeyên bidestçêkirî dikin," el-Îsawî got. "Bi hezarên bombeyên bidestçêkirî heta niha ji taxên el-Eskerî, el-Şuheda, el-Dubat û el-Cuxeyfî hatine rakirin, û hewlên di vê derbarê de berdewam in."

Dema ku tevahiya bajar ji teqemeniyan were paqijkirin, qonaxa duyemîn ji pilana bicihkirinê dê destpê bike û "yekîneyên me dê mil bi milê polîsê xwecihî li seransera taxên Felûca bisekinin", Emîd Rukin Macid Ceyad Nayif, fermandarê Lîwaya Mertala Felûca got.

"Hêzên serbazî hewldên mezin didin ji bo rakirina bi hezarên bombeyên bidestêkirî ji kolan û malan," wî ji Mewtinî re got.

Roja Pêncşemê (14'ê Tîrmehê), wî got, maleka bombekirî li navenda bajêr hat jihevxistin ku "163 bombeyên bidestçêkirî û 40 kîsên teqemeniyên bibandor ji cureyê C-4 tê de bûn, û hemû bi hev re di çarçoveya toreke kompleks de girêdayî bûn".

"Fewca yekem ji Lîwaya Mertala Felûca dest bi erkê girtina erdê kir û niha di qonaxa yekem de li devera el-Nueymiya li başûrê Felûce hatiye bicihkirin," wî got.

"Em niha bi hevkarî û hevahengiyê ligel hêzên serbazî yên Lîwaya 2'ê ji Firqeya 1'ê ya Destêwerdana Bilez, , ku berpirsyara vê sektorê ye, ewlehiyê li sektora el-Nueymiya diparêzin," Nayif got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500