Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xelk vedigerin Remadî piştî şikestina DAIŞ

Ala Husên li Bexdayê

Zarokên Iraqî yên ku ji Beycî li parêzgeha Selahedîn aware bûbûn ligel hêzên Iraqî kêfxweşiya xwe nîşan didin piştî vedigerin bajarê xwe. [Wêne ji aliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş]

Zarokên Iraqî yên ku ji Beycî li parêzgeha Selahedîn aware bûbûn ligel hêzên Iraqî kêfxweşiya xwe nîşan didin piştî vedigerin bajarê xwe. [Wêne ji aliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş]

Di dema ku operasyonên serbazî yên rizgarkirina Girava el-Xalidiya ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) pêşve diçin, xelkê aware ji Remadiya nêzîk bi hejmarên mezin vedigerin, berpirsên Iraqî ji Mewtinî re gotin.

Di 2'ê Tîrmehê de Fermandariya Operasyonên Hevbeş destpêkirina operasyonekê ji bo rizgarkirina giravê bi beşdariya yekîneyên ji Firqeyên 8 û 10'an, di raporekê de Fermandariya Operasyonên Enbarê agahdar kir.

Ketîbeyeke tankan a Firqeya 9'ê, yekîneyên endazyarî û topxaneyan, hêza asmanî ya Iraqî û balafirên hevpeymaniyê jî di operasyonê de beşdar in.

"Navenda bajarê Remadî niha bi temamî ewle ye piştî ku operasyonên rizgarkirina Girava el-Xalidiya destpê kirine," qayimeqamê Remadî Îbrahîm el-Ewsec ji Mewtinî re got.

Operasyonê metirsî, êrîşên bi rokêtan û topbarankirina bi hawinan ku berî niha gundewarên bajêr dikirin armanc bidawî anî, wî got.

Rewşa ewlekarî ya başbûyî hiştiye ku hejmara malbatên ku vedigerin bajêr zêde bibe, el-Ewsec got.

Nêzîkî 40,000 malbatên aware -- ku digihin 300,000 kesan -- vegeriyane Remadî ji Nîsanê ve, wî got.

"Tiştê ku vegera pêlên din ên xelkê aware asteng dike hin pirsên lojistîk û xizmetguzariyane ne, ligel pêbendbûna xwendekarên aware bi dibistanên xwe li deverên ku awareyî wan bûne," wî got.

Dibe ku hejmara vegeriyayiyan piştî bidawîhatina ezmûnên dawî zêde bibe, wî got jî, ji ber ku xwendekar sala xwe ya xwendinê li dibistanên derveyî Remadî bidawî dikin.

Rizgarkirina Girava el-Xalidiya dê hebûna DAIŞ li navend û rojhilatê Enbarê bidawî bîne, el-Ewsec got, û dê vegera xelkê aware ji bo giravê ewle bike, ku ew yek li ser deh ji xelkê aware yên parêzgehê pêk tînin.

Hêzên Iraqî pêşketinan bi dest dixin

Xelkê derbider ên el-Xalidiya û navçeyên Remadî "bicoş li benda serkeftinên artêşa Iraqî yên li dijî DAIŞ ne daku bikaribin vegerin malên xwe", cîgirê qayimeqamê navçeya el-Xalidiya Ehmed Ebd el-Duleymî got.

Wî ji Mewtinî re got ku wî gelek pêwendiyên telefonê ji xelkê aware yên li Hewlêr û cihên din wergirtine ku pirsa pêşketina şer li Girava el-Xalidiya û Remadî dikirin.

"Yekîneyên serbazî yên Firqeya 10'ê yên Artêşa Iraqê serkeftinan li ser erdê bidest dixin û hin beş ji Girava el-Xalidiya vegerandine," wî got.

"Lê belê, ji ber rûbera wê ya berfireh û dirêjbûyîna wê di kûrahiya biyabanê de tê xwestin ku piştgiriyên bêtir ji bal artêşêji ve bo rizgarkirina tevahiya giravê û vegerandina ewlehî û aramiyê bên şandin," wî got jî.

Divê rizgarkirina Girava el-Xalidiya hevdem be ligel şerê rizgarkirina devereke biyabanî ku bi navê Girava Remadî tê naskirin, wî got, ji bo wêrankirina temam a molgehên dawî yên DAIŞ li Enbarê û parastina wan ji her dersbûyîneke bi dizî.

"Hêzên Iraqî karîn heta niha devera Elbû Obeyd rizgar bikin û pilan dikin ku derbasî devera Zawiya li Girava el-Xalidiya," Fermandarê Operasyonên Enbarê Lîwa Rukin Îsmaîl Mehelawî ji Mewtinî re got.

"Artêşa Iraqî hewl dide giravê bi temamî rizgar bike û ala Iraqê li ser avahiyan bilind bike, xetên piştgiriyê li bakur û rojhilatê Remadî ewle bike û hêzdartirkirina şerê bên li bajarokên rojavayê Enbarê," wî got.

Operasyona rizgarkirina Girava el-Xalidiya piştî temamkirina operasyonên rizgarkirina Remadî û Felûca tê, ku asêgehên sereke yên DAIŞ li Enbarê ne, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dest xweş

BERSIV BIDE