Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Kampanyaya Iraqa Nû alîkariya hejarên ku ji aliyê DAIŞ ve awarebûne dike

Xalid el-Taî

Karmendekî hikûmeta Iraqê alîkariya malbateke ku navê xwe ji bo wergirtina xizmetguzariyên Tora Çavdêriya Sosyal dinivîse. [Wêne ji Wezareta Kar û Karûbarên Civakî]

Karmendekî hikûmeta Iraqê alîkariya malbateke ku navê xwe ji bo wergirtina xizmetguzariyên Tora Çavdêriya Sosyal dinivîse. [Wêne ji Wezareta Kar û Karûbarên Civakî]

Nîv milyon malbatên Iraqî yên ku di bin xeta hejariyê de ne, bi taybet kesên rastî terorîzmê hatine, qewl e ji kampanyayeke Wezareta Kar û Karûbarên Civakî sûdê bibînin ku ew alîkariya wan dike ji bo navnivîsînê bo wergirtina alîkariya hikûmî.

Kampanyaya "Tor Digihe We" li malbatên gelekî hejar ên ku hêjayî mûçeyeke mehane ya hikûmî ne digere û piştrast dibe ku wan navê xwe di databesa Tora Ximzeta Sosyal de nivîsiye.

Kampanî dê berîtiyê bide Iraqiyên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatine awarerkirin û ew ên ku vegeriyane deverên ku ji girûpê hatine rizgarkirin, berpirsên wezaretê ji Mewtinî re gotin.

Armanca pirojeyê peydakirina çavkaniyeke dahatê ji sed hezarên malbatên herî hejar û ew ên rastî "operasiyonên terorîstiyane û awarebûnê" hatine, berdevkê wezaretê Emar Munîm got.

Tîmên wezaretê dê malbatên mafdar bibînin û agahiyên wan di Tora Xizmeta Sosyal de binivîsin, Munîm ji Mewtinî re got.

"Tîmên me yên meydanî hene ji bo pêkanîna amareke civakî li seranserê welat ku li nav kampên awarebûnê û deverên rizgarkirî, dûr û hejar li haletên hêjayî alîkarî û guhdana hikûmetê digerin, li gorî nexşeyeke hejariyê ku ji aliyê Wezareta Pilandanînê ve hatiye çêkirin," wî got.

Malbata Husên Cuma, yê 48 salî, ya ku vegeriyaye bajarokê Beledruz li parêzgeha Diyala piştî ku ji aliyê DAIŞ ve hatibû awarekirin hêjayî wergirtina alîkariya darayî ye.

Cuma ji Mewtinî re got ku dê ew pereyên ku jê re bên dayîn alîkariya wî bikin ji bo guh bide kurê xwe yê mezin, Felahê 16 salî, ku rastî nexweşiyeke derûnî hatiye,

Malbata, ku herwiha jina Cuma û herdu kurên wî, Aliyê 14 salî û Murtedayê 10 salî li xwe digre, rastî "rewşên zehmet ên jiyanê hatine ji encama awarebûnê ji bajarokê me piştî ku kete di destê terorîstan de", wî got.

"Piştî ku em vegeriyan, zehmetkêşana me berdewam bû," wî got jî. "Niha ti karê min nîne û em hemû di odeyeke biçûk a mala xwe de ku min nûavakir dijîn, ji ber ku mala min ji aliyê DAIŞ ve hatibû wêrankirin. Ez hêvî dikim ku rewşa me di demeke nêzîk de baştir bibe".

"Em berdewam in li ser pêşkêşkirina gelek xizmetan ji welatiyên aware re û ew ên ji awarebûnê vegeriyane," berdevkê wezaretê Munîm got, anî ziman jî ku ev yek jî korsên rahênana pîşeyî, efûkirin ji mercên qebûlkirinê di korsan de û herwiha qerzên rehet ji bo karên biçûk li xwe digre.

Wezaret dixwaze destê alîkariyê bide hemû qurbaniyên terorê, wî got.

"Nêzîkî 1,500 jinên Êzîdî ku ji hovîtî û zordariya DAIŞ rxelas bûne derbasî programa parastina civakî bûn û kartên zîrek ji wan re hatin dayîn daku bikaribin pereyên xwe bi nermîtî û asanî werbigrin," Munîm şirove kir.

Gelek xizmetên civakî

Li gorî Zagona Hejmar. 11 ji sala 2014'an a Parastina Civakî, kesên hêjayî alîkariyê mûçeyên mehane bi qasî 105,000 dînarên Iraqî ($90) serê her kesekî û 420,000 dînar ($360) ji malbatên ku ji çar kesan an bêtir pêk tên werdigrin.

Wezareta Pilandanînê "hevkariyê ligel Wezareta Kar dike ji bo dayîna mûçeyên parastina civakî ji malbatên [hêja] re û yên bin xeta hejariyê de", berdevkê wezaretê Ebdulzehra el-Hindawî ji Mewtinî re got.

"Karê me ji piştrastbûn û tomarkirina agahiyên welatiyên hêja di databeseke elektronîk a taybet de pêk tê," wî got, ku rê dide wan ku ji Tora Xizmeta Sosyal sûdê werbigrin û pereyên ku mafê wan in ji wan re bên dayîn.

Armanca sereke ya kampanyayê "kêmkirina pirsgirêka hejariyê ye, bi taybet di nav malbatên aware de ku gelekî zerer ji terorîzmê dîtine û herwiha girûpên civakî yên ku weke şikestinbar tên wesifkirin", el-Hindawî got.

"Wezareta me hewl dide rewşên jiyana van malbatan baştir bike û pêdiviyên wan ên sereke peyda bike," wî got jî.

Wezareta Pilandanînê kar dike ku xizmetên giştî li deverên rizgarkirî re ji nû ve çêbike bi amadekirina pilan û pirojeyên nûavakirinê, danîna stratejiyên pêşxistinê ji bo aktîvkirina çavkaniyan û alîkariya xelkê deverê daku bigihin aramiyê.

"Tîmên me yên lêkolînê serdanên meydanî ji gelek malbatên ku di hejariyeke zêde de ne pêk tînin daku rewşên jiyana wan nas bikin û agahiyên wan tomar bikin," serokê rêveberiya kar û karûbarên civakî ya Diyala Hîmam el-Temîmî ji Mewtinî re got.

"Em kar dikin ku 80,000 malbatan derbasî [databesê] li Diyala bikin, di nav wan de malbatên ku vegeriyane deverên rizgarkirî weke bakurê el-Miqdadiya, el-Saadiya, Qerteba, Şerwîn, el-Ezim û Beledruz ," wî got.

"Lêkolînan alîkarî di dûrxistina xelkê nehêja de û dayîna wan alîkariyan ji kesên hejartir re kirine, girûpên ku bêtir zerer gihiştiye wan, û karîna derbaskirina zehmetiyên jiyanê dide wan," el-Temîmî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500