Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Parêzgeha Enbarê alîkariya malbatên aware yên Felûca dike

Xalid el-Taî

Du karmendên ambulansê yên Iraqî alîkariya nexweşekî ji Felûca reviyayî dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya rêveberiya tendirustî ya Enbarê]

Du karmendên ambulansê yên Iraqî alîkariya nexweşekî ji Felûca reviyayî dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya rêveberiya tendirustî ya Enbarê]

Hikûmeta xwecihî ya Enbarê dest bi kampanyayekê ji bo alîkariya hezarên malbatên ku ji Felûce awarebûne bûne kir hevdem ligel şerê rizgarkirina bajar ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), berpirsên xwecihî gotin.

Berî ku hêzên Iraqî berê xwe bidin bajêr û wî vegerînin, malbatên Felûca rastî "nexweşî, birçîbûn û tirsê" dihatin, welatiyê aware Read Obeyid, yê 53 salî, ji Mewtinî re got.

"Em di rojên tarî re derbas bûn, bê derman, xwarin anjî ewlehiyê," wî tekez kir. "Teror kabûsekî lanetlêbûyî bû, lê me karî em jê xilas bibin."

"Dema ez û malbata xwe gihane kampa Amiriyat el-Felûca ez bi tama ewlehiyê hesiyam, ku nemabû ji dema ku DAIŞ dest danî ser bajar," wî got.

Piştî gihiştin bo kampê, Obeyid got, wî guhdaneke bijîşkî ya bilez wergirt ji ber ku rastî westiyaneke pir hatibû.

"Tîmên hawarçûna sereke çareseriyeke bilez dane me û niha tendirustiya me ber bi başbûnê ve diçe," wî got. "Em dixwazin ku bilez vegerin bajarê xwe daku bêyî terorismê û tirsê bijîn."

Tîmên bijîşkî yên gerok hatine belavkirin

Rêveberiya tendirustiya Enbarê tîmeke krîzan daniye ji bo serperiştiya xizmetên tendirustî yên ku ji welatiyên Felûca yên aware re tên pêşkêşkirin, serokê rêveberiyê Dr. Şakir Ehmed el-Hac ji Mewtinî re got.

"Me tîmên bijîşkî û klînîkên bijîşkî yên gerok li kampên awareyan li deverên Felûca, el-Xalidiya û el-Hebbaniya belav kirine, û em bi berdewamî xizmetên xwe pêşkêşî xelkê van kampan dikin," wî got.

"Em çareserî û guhdana bilez didin welatiyên aware û em xelkê birîndar û yên ku rewşa wan a bijîşkî awarte ye vediguhêzin nexweşxaneyên nêzîk."

Rêveberî karekî bilez dike ku xizmetên xwe li navendên derbideran berfirehtir bike, wî got, ku di nav wan de kampanyayên vaksînekirina awarte ji bo zarok û jinan û herwiha pêşxistina xizmetên taqîkirin û şîretên bijîşkî.

Programên din bi hevkariyê ligel rêxistinên navdewletî yên piştevan tên bicihkirin ku di nav wan de peydakirina xwarin û ava vexwarinê, ximzetên paqijkirinê û kontrolkirina nexweşiyên berbelav, el-Hac got.

"Ji destpêka krîza derbideriyê ya Felûce ve, em hawarçûnê pêşkêşî xelkê derbider dikin," cîgirê rêveberê rêveberiya koçberiyê ya Enbarê Mecîd Hemîd ji Mewtinî re got.

Rêveberî xwarin û ava vexwarinê peyda dike ligel pêdiviyên nav malan weke pêdiviyên razanê û mobîlya, wî got.

Bi hezaran hewcedarî piştgiriyê ne

Nêzîkî 13,184 malbatên aware ji Felûca berê xwe dane kampên Bizîbiz, el-Hebaniya, el-Xalidiya û kampa 18-Kîlo, Hemîd got.

"Ev malbat rastî rewşên mirovî yên dijwar hatine di dema awarebûna xwe de," wî got. "Em hewl didin ku êşa wan kêm bikin, rewşa wan baştir bikin, û guh bidin wan heta ku vegerin deverên xwe yên sereke."

Hikûmetê pêşniyareke Wezîrê Koç û Koçberan Casim Mihemed qebûl kir ku careke din "dest bi dayîna pêdiviyên karta temwînê ji hemû malbatên aware yên Felûca bike", wezaretê di daxuyaniyekê de di 29'ê Hezîranê de got.

Encumena parêzgeha Enbarê "hevkariyê ligel gelek desthilatên hikûmî û rêxistinên mirovî yên navdewletî dike ji bo piştgiriya operasyonên hawarçûna welatiyên derbider ên Felûce", endamê encumenê Yehya el-Mihemedî got.

Nêzîkî 80,000 kes ji Felûca û deverên derdora wê derbider bûne, wî ji Mewtinî re got, anî ziman jî ku bêyî liberçavgirtina tiştê ku ji wan re hatî pêşkêşkirin, ev xelk hîn bi hewceyî hewldanên hawarçûnê yên bêtir in.

Amadekirina bajêr ji kesên vegeriyayî re

Wezareta Koç û Koçberan "soz daye me ku kampên el-Xalidiya û el-Hebaniya bi 2,000 çadirên nû hazir bike di demeke nêzîk de", el-Mihemedî got.

Wezaretê herwiha soz da ku alîkariya mirovî û piştgiriya tendirustî zêdetir bike "li gorî asta krîzê", wî got jî.

"Xelkê Felûca bêtirî du salan rastî dorpêça DAIŞ hatin, ku ti pêdiviyên jiyanê nedida wan, û niha ew jê hatin rizgarkirin, divê em her tiştê gengaz bikin ji bo alîkariya wan," wî got.

Divê rêveberiya Felûca alîkariyeke bêtir werbigre ji bo nûavakirina bajêr, qayimeqam Îsa Sayir el-Îsawî ji Mewtinî re got.

"Nûçakirina xizmetguzariyên giştî û qayimkirina ewlekariyê li bajêr dê vegera xelkê bileztir bike û krîza derbideriyê bidawî bîne, ku barekî datîne ser milê aware û hikûmetê jî," wî got, û bang li hikûmeta Iraqî kir ku xizmetên ku dide malbatên aware yên Felûce berfirehtir bike .

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500