Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî "serkeftinên stratejîk" li dijî DAIŞ di rêya bo Mûsilê de bidest dixin

Xalid el-Taî

Jineke Iraqî ya ku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" reviyaye avê dide zaroka xwe. Hêzên Iraqî karîn bi sedên welatiyan ji deverên bin destê DAIŞ de biparêzin. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniya Iraqê]

Jineke Iraqî ya ku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" reviyaye avê dide zaroka xwe. Hêzên Iraqî karîn bi sedên welatiyan ji deverên bin destê DAIŞ de biparêzin. [Wêne ji bal Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên Iraqî pêşketineke girîng di pêşveçûna xwe de ber bi Mûsilê ve di çend hefteyên borî de bidest xistine, û "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji deverên li ser rêya ku digihe bakurê Beycî li parêzgeha Selahedîn derxistine.

Piştî şerekî giran, artêşê û hêzên êlan kontrola xwe li ser gundên Mexûl, Telûl el-Bac, el-Mucemeat, Eyn el-Beyda, Elbû Umariya, Xelef el-Elî û el-Meshek berfirehtir kirin, berpirsên Iraqî ji Mewtinî re gotin.

Ewlekirina van gundan, ku li derdora el-Şirqat in, dê alîkariya hêzên serbazî di pêşketina ber bi Mûsilê ve bi lezeke bêtir bike.

Firqeya Zirxkirî ya 9'ê, ligel ajansa dijeterorê, polîsê federal, xwebexşên êlên el-Şirqat û hêzên asmanî yên Iraqî û hevpeymaniyê di operasiyonan de beşdar in, Elî Mûsa, şêwirmendê medyayî yê parêzgarê Selahedînê got.

"Van hêzan pêşketineke girîng bidest xistine û karîne gelek xal û xaçerêyên girîng li ser rêya Mûsil-Beycî bi rêya el-Şirqat ewle bikin," wî ji Mewtinî re got.

"Pêşketin hîn di destpêka xwe de ye," wî got. "Armanc temamkirina rizgarkirina el-Şirqat heta bingeha asmanî ya el-Qeyara ye ku 60 kîlometran dikeve başûrê Mûsilê."

DAIŞ li ser xwevekişandinê hat neçarkirin

Di dema pêşketina xwe de bo bakur, hêzên ewlekariyê "karîn hemû bervaniyên çekdaran wêran bikin, û ew neçar kirin ku xwe vekşînin", Mûsa got.

Herî kêm 1,300 endamên DAIŞ di dema şer de hatin kuştin, li gorî Wezareta Berevaniya Iraqê.

Hêzên Iraqî sê leşker û efserek di şer de ji dest dan, Mûsa got.

Artêşê "nêzîkî 300 alavên teqîner pûç kirin û şeş otombîlên bombekirî yên ku teroristan di dema hewldana astengkirina pêşketina hêzên me de bikar tanîn teqandin", wî got.

Nêzîkî 300 malbatan ji deverên şer aware bûn û bo penageheke ewle li nêzîkî refînera Beycî hatin veguhestin, wî got jî.

"Hin malbatan di malên embarkirina dexlûdanan de li başûrê Beycî hatine bicihkirin," Mûsa got, anî ziman jî ku ev malbat di rewşeke xirab de ne "ji ber ku neçar bûn ku bipê û di bin germahiya rojê de ji deverên xwe birevin".

Piştgiriya êlan

"Çekdarên êlan piştgiriyeke berbiçav ji hêzên pêşdeçûyî re pêşkêş kirine û di rizgarkirina piraniya gundên derdora el-Şirqat, ku li ser rêya veguhestinê ber bi Mûsilê ve dikeve, beşdar bûne," Şêx Sebah el-Şemmerî, fermandarê xwebexşên êlan li Selahedînê got.

"Hêzên me yên beşdar niha li ser rêya çiyayî ya ku digihe navenda el-Şirqat bicih bûne," wî ji Mewtinî re got.

"Em amade ne ku DAIŞ ji bajêr derxin û baskên paşîn yên yekîneyên serbazî ku berê xwe didin rizgarkirina devera el-Qeyara û bingeha wê ya serbazî ewle bikin," wî got.

El-Şirqat di meda agir de ye û vegerandina wê tenê meseleya wext e, el-Şemerî got, ji ber ku dorpêça li ser DAIŞ tundtir bûye û girûp êdî diherife.

"Şervanên me yên el-Şirqat û xwebexşên êlên me yên bakurê Selahedînê amade ne, bi moraleke bilind, ku hevkariyê bi artêşê û polîsên federal re bikin ji bo paqijkirina deverên xwe ji çeteyên terorist," wî got.

Balafirên hevpeymaniyê alîkariyê dike ji bo piştgirya berdewam ji "pêşketina operasiyonan re bi rêya gurzeyên tekûz ên ku karwan û asêgehên teroristan dikin armanc", el-Şemerî got.

"Serkeftinên stratejîk"

Endamê encumena parêzgeha Selahedînê Herdan Lefta destkeftiyên hêzên Iraqî li herêmên bakurê parêzgehê weke "serkeftinên stratejîk" dibîne.

"Deverên ku di operasiyonên serbazî yên vê dawiyê de hatin rizgarkirin dibin bingeheke pêşdeçûnê ji bo bicihkirin û komkirina yekîneyên serbazî," wî got.

Ji vê derê, wî got, yekîne dê ji 2 aliyan ve tevbigerin -- rojhilat ber bi Kerkûkê ve, ku dê di rizgarkirina el-Hewîce û gundên derdora wê de beşdar bin, û bakur ber bi el-Qeyara û bajarê Mûsilê ve.

Lefta got eger heye ku di van şeran de serkeftineke bilez were bidestxistin, ji ber ku karînên DAIŞ "diherifin".

"Ew nema dikare kontrola xwe li ser deveran bihêle û li hember hêzên me liberxwe bide," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500