Nûçeyên Iraqê

Rizgarkirina Felûca "gurzeke rûxêner" li DAIŞ dide

Xalid el-Taî

Hêzên Iraqî wêne li bajarê Felûca yê parêzgeha Enbar girtin piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Islamê li Iraq û Şamê". [Wêne ji ajansa dijeterorê ya Iraqî]

Hêzên Iraqî wêne li bajarê Felûca yê parêzgeha Enbar girtin piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Islamê li Iraq û Şamê". [Wêne ji ajansa dijeterorê ya Iraqî]

Hêzên Iraqî kontrola xwe ya temam a li ser bajarê Felûca roja 26ê Hezîranê vegerand piştî derxistina molgehên dawîn ên çekdarên "Dewleta Islamê li Iraq û Şamê" ( DAIŞ) ji tarên bajêr.

Kontrolkirina bajarê Enbarê "gurzeke rûxêner e ji girûpê re,ku dixwest bajar ji dest nede û hejmûna xwe dirêjtirîn dem bihêle," fermandarê operasiyonên Felûca Ferîq Abdilwehab el-Saedî got.

"Felûca bajarek girîngiyeke sîmbolîk û stratejîk bû ji DAIŞ re", wî ji Mewtinî re got, ku ew yekemîn bajar bû ketibû destê girûpê de, pêş êrîşbirina ser Mûsilê di Hezîrana 2014an de.

Bi dirêjahiya dagirkirina DAIŞ ji bajar re, girûpê ew weke navendeke çêkirina gefê li ser ewlehiya Bexdadê bi kar aniye, wî got, belavkirina xwekujan, wesayîtên bombekirî û teqemeniyên bidestçêkirî.

Endamên DAIŞ li Felûca hovanetirîn komkujî û binpêkirinên mafên mirov pêk anîn, wî got jî.

"Îroj, bi ked û tekoşîna hêzên me yên wêrek, bajar bi temamî ji bedkiryarên terorîstan rizgar e, û êdî ew yek bostek ji xaka bajêr kontrol nakin," el-Saedî got.

Operasiyona xweş- pîlankirî

Operasiyona rizgarkirina Felûca zêdetirî mihekê dirêj kir, û ji du qûnaxan pêk hat, el-Saedî got.

Di qonaxa yekemîn a operasiyê de, hêzên Iraqî bajar ji hemû aliyan ve dorpêç kirin û gundewarê wê ewle kirin.

"Tevahiya yekîneyên çakdar di qonaxa yekemîn de beşdarî kirin," wî got.

"Di qonaxa dûyemîn de ew derbasî bajar bûn, û operasiyoyên rizgarkirinê, ku ajansa dije-terorizmî û hêzên polîsê fedral pê hatibûn erkdarkirin, ji taxekê ber bi taxeke din de diçûn" ew ji çekdarên DAIŞ paqij dikirin, wî got.

"Bi her pêşdeçûyînekê re, bêrêtiya me ya yekemîn berî hertiştî rizgarkirina sivîlan bû û misogerkirina selametiya wan bûn, û me karî em wan ji bajarê derbînin bêyî windahiyên gelek," wî got jî.

Nezî 1,800 çekdarên DAIŞ hatin kuştin ji dema ku êrîşa rizgarkirina Felûca di 22-23ê Gulanê destpê kir, wî got, û zêdetirî 80 wesayibombekirî hatin rûxandin.

Hêzên Iraqî dest danîn li ser workşopên çêkirina- bombeyan û fermandayînê û ciyên ku ji aliyê DAIŞ ve dihatin rêvebirin kontrol kirin, el-Saedî got.

Nehiştina mîn û teqemeniyan

Hêzên Iraqî yên fermandariya operasiyonên Felûca aniha bi hezarên bombeyên bidestçêkirî yên ku ji aliyê DAIŞ ve di kolan û malên bajêr de hatibûn çandin paqij dikin, el-Saedî got.

"Heta niha me nîvê kar qedandiye," wî got. "çend roj in, gerek e, em dê nehiştin û pûçkirina tevahiya bombeyên bidestçêkiriyan bi dawî bikin."

"Pilana operasiyona Felûca bi kontrolkirina hemû taxên bajêr armanca xwe pêk anî," serokê Şaredariya Felûca Îsa el-Sayir ji Mewtinî re da zanîn.

Taxên el-Colan, el-Nezzal, el-Mualimîn and el-Şurta dawîn dever bûn ku ji destê grûpê hartin rizgarkirin, wî got.

"Tîmên endazyarên serbazî aniha kar dikin jibo pûçkirina mînên DAIŞ, ku bi hejmarên berçav li kolalnan, di avahiyên hikûmetê û malên xelkê de hatine dîtin," wî got.

Hêzên rizgarker roja 27ê Hezîranê teqemenî ji 38 xanî û dibistanan, û dû mizgeft û jêdereke avê derxistin,Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê de got.Wan herwiha 717 bombeyên bidestçêkirî li deverên cuda ên bajêr pûç kirin.

"Paqijkirina bajêr ji teqemenî û paşmahiyên şer tehediyeke mazin rûbirûyî hêzên ewlekariyê dibe, berî destpêkirina ji nûavakirina jêrxaneyê, û misogerkirina xizmetguzariyan û vegerandina xelkê," el-Sayir got.

Saziyên giştî û xizmetguzarî li Felûca bi temamî wêran nebûne, li gorî berpirsên serbazî û xwecihî, ku ew dikarin" xebatên xurt bike ji bo qeqamgêrîkirinê û vegerandina jiyana normal ji bo bajêr", el-Sayir got.

Şopandina çekdarên revyayî yên DAIŞ

Piştî rizgarkirina bajêr, balefirên şer ên Iraqî û hevpeymaniyê çekdarên DAIŞ ên ji Felûca ber bi bajarokê el-Hasî ve heta başûr rojavayê bajêr armanc girtin, endamên komîteya ewlekarî ya encumena parêzgehê Racih Berekat el-Ayfan got.

Berpirsên Iraqî gotin ku bi sedan wesayîtan hatin rûxandin û bi dehan çekdarên DAIŞ hatin kuştin rojên Çarşem û Pêncşemê (29 û 30ê Hezîranê), li gorî raporteke AFP.

Êrîşên esmanî yên hevpeymanê herî kêm 175 wesayîtên DAIŞê rûxandin, û du komên wesayîtên li başûrê rojavaê û bakurê rojavayê bajêr hedef girtin, berdevkê hevpeymaniyê got.

"Em dizanin ku hêzên Iraqî ji wiha zêdetir rûxandine," berdevk got.

Fermandariya operasiyên hevbeş ên Iraqî got ku hêzên asmanî 96 wesayîtên hatûçûnan rûxandine û "hejmareke mezin" ji çekdaran kuştine, û balafirên serbazî 507 wesayît rûxandine û "bi dehan" çekdar di heman demê de kuştine.

Dema ku fermandariyê hijmara kuştiyên DAIŞ ên ku di êrîşên Iraqî de hatine kuştin bi dîqet eşkere nekir, got ku bombebaranên hevpeymaniyê 249 kuştî li pey xwe hişte.

"Hêzên me hatine amadekirin ku endamên DAIŞ ji nav bibin," el-Ayfan got.

Wesayîtên ku ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin rûxandin ev in "çar wesayîtên Hemer û du bildozerên bombekirî, û otombîlên salon û pîkapên ku tifingên maşîn hildigrin", wî ji Mewtinî re got.

Kampaniyaya li dijî DAIŞ "dê berdewam be heta ku hebûna çekdaran li wê deverê û deverên Elbu Elwan û Elbu Ayfan bi dawî bike", el- Ayfan got.

Ew dever wek dawîn asêgehên DAIŞ li rojhilatê Enbarê tê hijmartin, wî got

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500