Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êlên Neynewa hêzeke nû ji bo şerê DAIŞ pêk tînin

Xalid el-Taî

Amadekariyên serbazî berdewam in ji bo şerê bê yê rizgarkirina Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji şervanên êlên Neynewa]

Amadekariyên serbazî berdewam in ji bo şerê bê yê rizgarkirina Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji şervanên êlên Neynewa]

Şêrên Neynewa, ku hêzeke şerker ji xwebexşên êlan e û nû hatiye avakirin, xwe amade dike ji bo derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji deverên rojavayê parêzgehê.

Di dawiya sala par de, parlementerê Iraqê yê Neynewa Ehmed Medlûl el-Cerba daxwaza pêkanîna hêzeke êlan li Neynewa kiribû.

Di Nîsanê de, wî ji Mewtinî re got, wî qebûlkirina hikûmeta federal û ya herêma Kurdî ji bo destpêkirina avakirina hêza nû bidest xistiye.

"Piştî qebûlkirinê me bang li endamên koçberkirî yên êlên rojavayê Neynewa kir ku weke xwebexş tevlî hêzê bibin, û ji ber vê yekê me kampeke rahênana xwebexşan li nahiya Rebîa ava kir" li rojavayê Mûsilê, wî got.

"Bi dirêjahiya herdu mehên borî, bêtirî 1,000 xwebexşan hatin rahênankirin," wî got, û ew şervan niha "koka hêza êlan a Şêrên Neynewa" pêk tînin.

"Em herwiha biniyet in ku di pêşerojê de hejmareke wiha ji xwebexşan rahênan bikin ji bo zêdekirina hejmara endamên hêzê daku li gorî berpirsyariyên şer ên li ser milê wê be," el-Cerba got jî.

Armancgirtina asêgehên DAIŞ li Neynewa

Şervanên êlan ên ku nû hatine rahênan xwe amade dikin ji bo êrîşî asêgehên DAIŞ li gund û bajarokên rojavayê Neynewa bikin, bi taybet li devera ku dikeve başûrê Şingalê û rojavayê Tel Afer heta el-Beac û sînorê Sûriyê, wî got.

"Ev hêz dê vê devera cografî bi temamî ji teroristan paqij bike û wan derxe li derveyî sînor," wî got. "Ewlekirina devera sînorî bi Sûriyê re dê yek ji erkên sereke yên hêzê be piştî ku rizgarkirin temam bibe."

Morala xwebexşan bilind e, el-Cerba got, û ew bi temamî amade ne ji bo şerê DAIŞê bikin û devera xwe ji grûpê vegerînin.

"Xelkê van deveran ev du sal in ku rastî dorpêç û zordariya DAIŞ û herwiha metodên zordar ên girûpê bi redkirina mafên wan û destdanîn ser milkên wan ên taybet bi bihaneyên cuda tên ," wî got.

"Îro hemû êlên Neynewa li kêleka artêşê radiwestin ji bo jinavbirina teroristan li parêzgehê," wî got jî.

Êlên Neynewa li kêleka artêşê şer dikin

"Hêzên heşda eşayirî li parêzgehê bi awayekî aktîv di şerê li dijî komên DAIŞ de beşdar in," Emîd Fîras Beşar Sebrî, serokê beşê ragihandin û rêberiya moralî di fermandariya operasiyonên Neynewa de got.

Sê fewcên ku ji endamên êlên Neynewa pêk tê, di nav wan de el-Cibûr, el-Lehîb û el-Sebaawiyîn , niha li kêleka hêzên artêşê şer dikin ji bo rizgarkirina deverên li başûrê Mûsilê, wî ji Mewtinî re got.

"Şervanên xwecihî xwedî heyecan û kelecaneke mezin in," Sebrî got. "Ew piştgiriya pêwîst didin yekîneyên me yên serbazî ku ber bi Mûsilê ve pêş dikevin di çarçoveya operasiyona 'Rizgarkirinê' de ku 25'ê Gulanê destpê kir."

Hêzên artêşê ku şervanên êlan piştgiriya wan dikirin roja 14îê Hezîranê de gundê el-Nasir li başûrê Mûsilê kontrol kirin û ala Iraqî li ser avahiyên wî bilind kirin, wî got.

Ev gund xwedî girîngiyeke stratejîk e û rizgarkirina wî destkefteke mezin e, wî got jî.

"Em berdewam in li ser pêşketinê li gorî planên serbazî yên ku bi başî hatine pilankirin û parastina sivîlan weke berîtiya herî li pêş li berçav digrin," wî got.

Berxwedana DAIŞ her roj bêtir diherife

"Berxwedana DAIŞ her roj kêmtir dibe," Sebrî got.

"Endamên wê êdî nikarin bêtir li berxwe bidin li pêş pêşketina hêzên me, ku di hersê mehên borî de bêtirî 1,300 endamên wê girûpê kuştin," wî got.

Damezirandina hêza Şêrên Neynewa "gaveke erênî ye ji bo zêdekirina guvaşê li ser DAIŞ", pisporê ewlekarî Casim Henûn got, ku berpirsekî berê di Wezareta Hundir de bû.

Ev gaveke girîng e ji bo piştgiriya hewlên serbazî ji bo vegerandina Mûsilê, wî ji Mewtinî re got, anî ziman jî dibe ku hejmarên bêtir ji xwebexşên êlan pêwîst bin.

"Serkeftina ku li Felûca hat bidestxistin serkeftineke mezin bû ji hemû aliyan û divê were bikaranîn ji bo tundkirina benda li dora stûyê teroristan û girtina sînor di rûyê wan de," Henûn got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500