Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

El-Kerma amadekariya pêşwaziya şêniyên xwe dike

Xalid el-Taî

Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî serdana el-Kerma dike piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di meha borî de. [Wêne ji bîroya medyayî ya Serokwezîr]

Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî serdana el-Kerma dike piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di meha borî de. [Wêne ji bîroya medyayî ya Serokwezîr]

Ji dema ku hêzên Iraqî bajarê el-Kerma yê li rojhilatê Enbarê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di 23'ê Gulanê de rizgar kirine, rêveberiya xwecihî kar dike daku piştrast be ku dê xelkê awarebûyî bikaribin zû vegerin.

Rêveberiya el-Kerma û fermandariya operasiyonên Bexdayê roja 1'ê Tîrmehê destnîşan kirin ji bo destpêkirina wergirtina daxwazên vegerê, serokê encumena xwecihî Qeyis Ebdulla el-Cumeylî ji Mewtinî re got.

Berî ku karê çakirina xizmetguzariyan destpê bike, gerek piraniya kolan û taxan ji mayîn û bombeyên bidestçêkirî bên paqijkirin, wî got.

"Karmendên şaredariya el-Kerma dest bi rakirina paşmayî û bermahiyan ji rê û kolanan kirine tevî karînên berdest ên sînordar," wî got, hevdem rêveberiyên xizmetguzariyan dest bi kampaniyayeke nûavakirinê kirine.

Tîmeke teknîkî serperiştiya çakirina bingeha avê ya el-Kerma dike û tê çaverêkirin ku karê xwe di demeke nêzîk de temam bike, wî got, wê demê êdî "dê ava vexwarinê bigihe hemû beşên bajêr".

Endazyar û teknîsyen "hewlên bêhempa" didin ji bo çêkirina bingeha elektirîkê û xetên gihandina wê, wî got, tê çaverêkirin ku karê xwe di kêmî mehekê de temam bikin.

Rêveberiya polîsê bajêr vegeriyaye kar, wî got jî, û hemû rêveberiyên mayî weke dezgehên tendirustî, dibistan, dadgeh û rêveberiyên sivîl amadekariyan dikin ji bo nûvekirina deriyên xwe û peydakirina xizmetguzariyan ji xelkê vegeriyayî re.

Hêviyên mezin bi pêşeroja bajêr

"Em geşbîn in derbarê vegera bilez a jiyanê de ji bajarê me re, bi taybet ji ber ku dezgehên wê yên xizmetguzariyê û avahiyên wê bi temamî wêran nebûne," el-Cumeylî got.

Xizmetguzariyên elektirîkê rastî zerera herî zêde hatine, û bi awayekî kêmtir sektorên av, çandinî û şaredariyê, qayimeqamê el-Kerma Ehmed el-Helbûsî ji Mewtinî re got.

Tîmeke nûavakirin û nûaramkirinê ku ji aliyê rêveberiya el-Kerma ve hatiye pêkanîn çavdêriya karên çakirinê dike, wî got.

"Em hêvî dikin ku piraniya xizmetguzariyên sereke û yên giştî vegerînin berî ku dest bi vegerandina xelkên awarebûyî yên bajêr bikin," wî got.

Berî ku DAIŞ el-Kerma dagir bike berî du salan, el-Helbûsî got, hejmara xelkê bajêr nêzîkî 130,000 kes bû. Dema ku DAIŞ giha piraniya wan derketin, û hejmara kêm ku mabû ji bo kampa Fecir el-Kerma li bajarokê el-Xeyrat ê li nêzîk hat veguhestin berî ku operasiyonên serbazî destpê bikin.

Weke amadekariyekê ji vegerê re, el-Helbûsî got, hêzên serbazî navenda bajêr ji teqemenî û cebilxaneyên neteqiyayî paqij kirin.

Ev kar nêzîkî nîvî li dever û gundên derdora bajêr temam bûye, wî got jî, û "bi gavên baş" didome.

Xweamadekirin ji bo vegera xelkê

Karmendên rêveberiya şaredariya el-Kerma "heta ku ji wan tê kar dikin ji bo temamkirina paqijkirina hemû tax û kolanên li navenda bajêr", serokê rêveberiyê Ahid Mehmûd got.

Piştî ku Firqeya 14'ê ya artêşa Iraqê paqijkirin û jihevxistina malên bombekirî li navenda el-Kerma bidawî kirin, rêveberiyê dest bi karê xwe kir, wî ji Mewtinî re got.

Ew neçar bû ku kar bi destan bike, wî anî ziman, ji ber ku piraniya otombîl û bildozerên rêveberiyê ji aliyê DAIŞ ve hatin wêrankirin anjî hatin dizîn.

"Em aniha bi otombîlên sade ku bidest me ketin kar dikin," wî got. "Em bi hewceyî piştgiriyeke bêtir in daku em bikaribin bermayî û paşmayiyên şer ji deverên li derdora bajêr xwe rakin."

"Sozên piştgiriyê ji me re ji aliyê parêzgeh û gelek ajansên hikûmetê ve hatine dayîn, û em çaverê ne ku her kes destê alîkariyê bide me ji bo bilezkirina hewldanên nûavakirinê," Mehmûd got jî.

Pêwîst e kampaniyayên berfireh bên organîzekirin ji bo peydakirina xizmetguzariyên baştir ji xelkê el-Kerma re dema ku ew vegerin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500