Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Xeberlêdana dayikeke ji Diyala êrîşa kurê wê yê ku di bin bandora DAIŞ de ye pûç kir

Xalid el-Taî

Konferanseke êlan di 1ê Hezîranê de li el-Miqdadiya rola welatiyan di şerê li dijî terorizmê de gengeşe kir. [Wêne ji fermandariya operasiyonên Dîcle]

Konferanseke êlan di 1ê Hezîranê de li el-Miqdadiya rola welatiyan di şerê li dijî terorizmê de gengeşe kir. [Wêne ji fermandariya operasiyonên Dîcle]

Dayikeke Iraqî xeberlêdan derbarê çalakiyên herdu kurên xwe yên ligel "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê", daye polîsan û karî jiyana bi dehê kesan biparêze.

Wê jinê, ku li bajarê el-Miqdadiya li parêzgeha Diyala ya Iraqê mamoste ye, di dawiya Gulanê de çû navendeke xwecihî ya polîsan û wan agahdar kir ku herdu kurên wê di nav DAIŞ de weke êrîşkarên xwekuj hatine tejnîdkirin.

"Wê agahî daye hêzên ewlekariyê û got ku piştrast e ku DAIŞê karî bi tejnîdkirina herdu kurên wê di nav rêzên xwe de biserkeve û ku ew biniyet in ku du operasiyonên xwekujî li dijî xelkê bêsûc ê Diyala pêk bînin," qayimeqamê el-Miqdadiya Zeyid Îbrahîm Hedad ji Mewtinî re got, bêyî ku nasnameya jinê eşkere bike ji ber sedemên ewlehî.

Wê wêneyên kurên xwe radest kir, wî got, yek ji wan xwendekarekî bijîşkî di sala sêyem de bû û yê din xwendekarê lîseyê bû.

Her dema ku bihîstin ku dayika wan biniyet e ku giliyî wan li cem polîsan bike ew herdu ji malê reviyan, Hedad got. Piştî demekê, kurê biçûk hewl da ku kembereke bombekirî di nav kafêyeke gelerî de li el-Miqdadiya biteqîne.

Hedad got ku hêzên ewlekariyê êrîşkar bi rêya wêne û agahiyên ku dayikê dabû wan nas kirin, û karîn rê li ber wî bigrin ku derbasî kafêya qerebalix bibe. Wî xortî xwe teqand piştî ku hat dorpêçkirin.

Desthilatên ewlekarî hîn lêkolînan derbarê cih û çalakiyên kurê mezin dikin.

Cesareta dayikê cihê pesindanê ye

"Ji bo dayikekê ku însiyatîfê bike û giliyê li herdu kurên xwe yên ku tevlî DAIŞ bûne bike, ev haleteke nû û bêmînak e," Hedad got. "Hezkirina dayikê ev jin nesekinand ku bi erkê xwe yê mirovî, exlaqî û niştîmanî rabe."

Her dema zanî ku dibe ku kurên wê komkujiyan derheqê xelkê bêsûc pêk bînin, wê biryar da ku giliyê li wan bike, û helwesteke "qehreman û cihê şanaziyê" tomar kir, wî got.

Xelkê bajêr niha "bêtir hevkariyê ligel hêzên ewlekariyê dikin ew jî bi rêya agahdarkirina rasterast derbarê her haleteke gumanlêkirî yanjî metirsiyên ku bandorê li ewlehiya giştî dikin," wî got, anî ziman jî ku vê hevkariyê hiştiye ku gelek kesên tawanbar bi sûc û karên terorê bên girtin.

Wî bang li hêzên ewlekariyê kir ku hewlên bêtir derbarê zêdekirina çavkaniyên îstixbaratî û mamelekirina bilez û bibandor ligel hemû giliyên ku ji aliyê welatiyan ve tên dan bidin ji bo pêşxistina rewşa ewlehî li bajêr û rêgirtin li ber her êrîşeke teroristiyane.

DAIŞ li her metodeke berdest digere ji botejnîdkirina zarokên malbatên belengaz li Diyala, serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgehê Sadiq el-Huseynî ji Mewtinî re got.

"Grûpê bi berdewamî hewl dide ku bigihe nûciwan û xelkê sade bi rêya şûştina mejiyên wan û handana wan ji bo pêkanîna êrîşên xwekujî," wî got.

Rêgirtin li ber dîtina DAIŞ ji hêlînên nû re

Rewş bi vî awayî ye ji ber ku aniha DAIŞ rastî kêmbûna êrîşkarên xwekuj hatiye û rastî zehmetiyên mezin tê di derbaskirina endamên xwe di nav parêzgehê de ji ber tedbîrên ewlekarî yên tund, wî got.

"Tiştê ku dil rehet dike ew e ku hin malbat hene ku welatparêzî û hezkirina xwe ji welatê xwe re piştrast kirine piştî dîtina rastiyê bi rêya gilîkirina rasterast li zarokên xwe yên ku DAIŞ karî wan çekdar bike.

"Agahdarkirinên ji xelkê alîkariya hêzên ewlekariyê kirin ji bo dîtina veşargeh û asêgehên teroristan," wî got jî.

Meha borî, polîsên Diyala, bi piştgirtin bi agahiyên ji welatiyan, dest danîn ser depoyeke mezin a DAIŞ li gundê el-Berdiya li başûrê Baqûba ku du êlekên bombekirî, 109 bombeyên bidestçêkirî û 28 boriyên TNT ên tijeteqemenî têde bûn.

Endamê encumena parêzgeha Diyala Xidir Muslim ji Mewtinî re got ku gilîkirina dayikê li herdu kurên wê li el-Miqdadiya û gelek agahdarkirinên bi vî awayî redkirina xelkê ji îdolojiya û karên endamên DAIŞ re nîşan dide.

"Divê em piştgiriya pêwendiyên navbera welatî û dezgehên ewlekariyê de bikin û wan pêwendiyan xurt bikin ji bo rêgirtin li DAIŞ ku hêlînên nû bibîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500