Nûçeyên Iraqê
Medya

Rojnamevana Mûsilê behsa jiyana di bin desthilata DAIŞ de dike

Nuhad Topaliyan li Beyrûtê

Rojnamevana Iraqî ya xelkê Mûsilê Hîba Nîzar li wê derê bû dema ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" bajarê wê dagîr kir û bo dema salekê li wê derê xweveşartî ma ji bo raporkirinê. [Nuhad Topaliyan/Mewtinî]

Rojnamevana Iraqî ya xelkê Mûsilê Hîba Nîzar li wê derê bû dema ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" bajarê wê dagîr kir û bo dema salekê li wê derê xweveşartî ma ji bo raporkirinê. [Nuhad Topaliyan/Mewtinî]

Rojnamevana Iraqî Hîba Nîzar li wê derê bû dema ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) Mûsil dagîr kir, û li wê derê bo dema salekê xweveşartî ma berî ku ji bajêr bireve bi karwaneke jin û zarokan re.

Dema ku li Mûsilê mabû, wê karteke nasnameyê ya sexte bikar tanî û karî gelek tawanên DAIŞ li dijî xelkê bajêr bibelge bike.

Dema DAIŞ birayê wê girt û lêpirsîn pêre kir, ew bi dirêjahiya sînorê Sûriyê reviya û rêya xwe berdewam kir heta Tirkiyê berî ku vegere herêma Kurdî ya Iraqê.

Nîzar çîroka xwe di semînareke 2ê Hezîranê de parve kir, ku bi navê "Mûsil û Dewleta Îslamî: Tuyê biçî ku derê ji vir?" bû û ji aliyê Navenda Carnegie ya Rojhilata Navîn û Zanîngeha Amerîkî li Duhokê ve hatibû organîzekirin.

Wê ji Mewtinî re behsa jiyana xwe di bin desthilata DAIŞ de û revîna xwe ya zehmet li ser sînor bo aramiyê kir.

Mewtinî : Tu li ku derê bûyî dema ku êrîşa DAIŞê li ser Mûsilê destpê kir?

Hîba Nîzar : Ez li cihê karê xwe di Televizyona Sama el-Mûsil de bûm dema ku rêxistina terorîst a berberî dest bi êrîşa xwe li ser beşa başûrê bajêr kirî nîvroya 5ê Hezîrana 2014an -- roja Pêncşemê -- ku heta 8ê Hezîranê dom kir.

Ez şefeqa wê rojê li ofîsa xwe derketim. Min berê xwe da malê di nav karwaneke xelkê derbider de piştî ku min hicab lixwe kir.

Hingî min bo cara yekemîn endamên mertalkirî yên DAIŞ li kolan û kuçeyên Mûsilê dîtin û laşên polîs, serbaz û welatiyên mirî li ser cadeyê mabûn.

Mewtinî : Tu çiqasî li Mûsilê mayî? Û li ku derê?

Nîzar : Ez li Mûsilê mam ji roja ku DAIŞê bajar dagîr kir di Hezîrana 2014an de heta 25ê Tîrmeha 2015an -- roja ku ez reviyam.

Di dema êrîşa DAIŞê de, ez li mala xwe dimam ligel zilam û hersê zarokên xwe, û piştre ez bi awayekî veşartî li bajêr dimam, ez bi navê Enûd digeriyam û min karteke nasnameyê ya sexte bikar tanî.

Dayika min gotegotek di nav bira, xwîşk û kesûkarên min de belav kiribû ku ez çûme Hewlêrê.

Her dema ku wê dibihîst ku bûyerek çêbûye ku têde medyakar an rewşenbîrek hatiye kuştin, wê lom ji min dikir ku çima ez ji bajêr dernakevim.

Mewtinî : Çi cureyên tengavkirinê ku rastî wan dihatî?

Nîzar : Endamên DAIŞê gelek caran ez tengav kirim.

Carekê ez li nexweşxaneyê bûm û çavên min nenuxumandî bûn dema ku endamekî DAIŞê ji nişka ve darek derxist û bi aliyê min ve dihat da ku li min bide.

Min bilez ew nuxumandin.

Careke din ez rastî ezmûneke bi vî awayî hatim li bazarekê ligel kurê xwe dema endamekî wan, ku Siûdî bû, hewl da ku min tengav bike.

Ez li bazarê bûm dema ku endamên DAIŞ ji nişka ve di nîva kolanê de derketin û li ser grûpeke jinan qîr dan -- ku ez di nav wan de bûm -- ji bo li ser kolanê nimêj bikin.

Min xwe veşart dema ku dest bi lêdana jinekê ji wan kirin, ku şîr ji zaroka xwe re, ku pêre bû, dikrî.

Mewtinî : Tu carinan bûyî şahida karên xirab ên DAIŞ li dijî xelkê din?

Nîzar : Belê, gelek caran.

Min gelek caran ew didîtin dema ku welatiyên ku ew bi stûnên elektirîkê ve girê dabûn celd dikirin ji ber ku qebûl nedikirin ku li gorî demên ku destnîşan dibûn nimêj bikin.

Dema ku dixwestin welatiyekî destnîşankirî jinav bibin, ew dişandin "dadgeha şerîetê".

Wan kuştinên komî pêk dianîn û laşên kuştiyan diavêtin terefên çemê Dîcle piştî ku organ ji laşan derdixistin da ku bifroşin nexweşxaneyan.

Herwiha, dema ku derbasî bajêr bûyîn, wan bi rêya mizgeftan bang li karmendên hikûmetê kirin ku li pêş celadekî li "dadgeha şerîetê" tobe bikin û mobîlên wan ji wan standin.

Dema ku ez li wê derê bûm, wan "fetweyên" rojane derdixistin ji bo jinavbirin û îdamkirina welatiyan.

Wan carekê hin welatî ji ser avahiya kompaniya temînatan avêtin jêrê bi hinceta ku hevregezbaz in.

Wan herwiha dest danî ser sewalên welatiyan, û databasek li ser hemû xelkê bajêr li cem wan hebû.

Mewtinî : Jiyana rojane çawa bû? Gelo xizmetguzarî peydakirî bûn?

Nîzar : Pêdiviyên jiyanê yên sereke nebûn, nexweşiyên berbelav zêde dibûn, û av pîs bû.

Keça birayê min -- ku 12 salî bû -- mir ji encama nexweşiyeke [ku tê dermankirin] ji ber ku derman nebûn.

Odeyên emeliyatê hema bêje girtî bûn ji ber kêmiya pêdiviyên bijîşkî.

Di dema ku xwarin û derman gelekî kêm bûn û karkeran mûçe wernedigirtin de, endamên DAIŞê di jiyaneke rehet de bûn.

Ew bengî alkol û tilyakê bûbûn û bi dolaran mamele dikirin di dema ku xelkê Mûsilê ji birçîbûnê dimirin de.

Wan zarokên sêwî û yên ku nû dibûn sêwî dibirin, nasnavê "emîr" didan wan, û ew li ser bikaranîna çekan rahênan dikirin.

Dema ku maleke ser bi wan ve tişta ku nav lê dikin "şehîd" jidest dida, wan bermîleke petrolê jêre dibirin weke sersaxiyekê.

Mewtinî : Te got ku mameleyê bi dolaran dikirin. Çi derbarê pereyên ku derxistîn?

Nîzar : Ew tenê jêre promosyonê di medyayê de dikin. Welatî mameleyê bi pereyên Iraqî dikin.

Mewtinî : Çi derbarê dema ku lîderê DAIŞê Ebû Bekir el-Bexdadî damezirandina "xîlafetê" ragihand?

Nîzar : Ew di roja yekem a meha Remezanê de bû. Em li benda gotareke girîng bûn lê elektirîk û torên pêwendiyê ji nişka ve hatin qutkirin.

Dema zilamê min hat, wî ji min re got ku el-Bexdadî "dewleteke Îslamî" ragihand û piştre wî dest bi zordarî, derkirin û kuştina Kiristiyan û rojnamevanan kir.

Mewtinî : Kengî û çawa tu reviyayî?

Nîzar : Piştî jiyana di bin tirsa ku hebûna min li wê derê bê eşkerekirin, ji ber ku ez daxwazkirî bûm weke rojnamevan, min biryar da ku birevim, lê min biryar neda kengî.

Ev yek di 25ê Tîrmeha 2015an de çêbû, dema min bihîst ku birayê min ji ber min girtine û di dema lêpirsînê de lêdane, min yekser biryar da ku derkevin. Ew hîn li cem wan e.

Ez bi karteke nasnameyê ya sexte derketim, bi karwaneke jin û zarokan re.

Em li ser rêyên sext birêve diçûn di otombîleke bêhal de ku li ser rê ji kar ket.

Me Mûsil û Baac derbas kirin û em gihane el-Heseke li Sûriyê, û ji wê derê bo el-Reqa û piştre bo Tirkiyê bi rêyên qaçax.

Min devoka xwe ji Iraqî kire Sûrî û min îdia kir ku ez mamosteyek im ku li bijîşkekî çavan digerim.

Min çiya derbas kirin û xwîn ji lingên min dihat, û sîsirk û şevrevînk hevrêyên min bûn, heta ez giham sînorê Tirkiyê, û ji wê derê ez çûme Enqere û piştre ez vegeriyam Hewlêrê, ku li vê derê bicih bûm.

Di dema geşta xwe de ez dihatim sekinandin ji bo lêpirsînê li xalên kontrolê yên DAIŞê lê ez rizgar bûm, piştî dîtina laşên miriyan li ser rê û welatiyên ku hatibûn îdamkirin li ser rêya Xabûrê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500