Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq zîndanan li hember êrîşên DAIŞ asê dike

Xalid el-Tayî

Zêrevanên zîndanan li bajarê Nasiriya yê parêzgeha Zîqar di gereke rahênanê de li ser çawaniya reftarê ligel zîndaniyên metirsîdar beşdar in. [Wêne ji zîndana navendî ya Nasiriya]

Zêrevanên zîndanan li bajarê Nasiriya yê parêzgeha Zîqar di gereke rahênanê de li ser çawaniya reftarê ligel zîndaniyên metirsîdar beşdar in. [Wêne ji zîndana navendî ya Nasiriya]

Hikûmeta Iraqê planeke nû pesend kir ji bo asêkirina zîndanên welêt bi rêya bicihkirina sîstemeke elektronîk a pêşketî ji bo rêvebirin û çavdêriyê.

Armanca planê pûçkirina hemû êrîşên mumkin ên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li ser zîndana ji bo rizgarkirina lîder û endamên xwe, berpirsan ji Mewtinî re gotin.

Wezaretên dad û hundir plana "Dîwarê Asê" li ser şeş mehan pêş xistin ji bo ewlekirina hemû zîndan û dezgehên çaksaziyê, rêveberê rêveberiya reformê di Wezareta Dadê de Husên Xalid el-Eskerî got.

"Wê pêdaçûn li tedbîrên ewlekarî û hawarçûnê bê kirin, û wê asêgeh û xalên ewlekariyê derdora dîwarên zîndanê werin xurtkirin," wî got.

Teknolojiya û sîstemên pêşketî ji bo çavdêrî, lênerîn û şopandinê wê bên bikaranîn, wî got jî.

Rêveberiya reformê hevkariyê ligel ajansên ewlekariyê dike ji bo piştrast be ku wê plan biserkeve, wî got, û da ku "rêveberiya zîndanê pêş bixe ji bo ku alîkariyê di bihêzkirina ewlehî û aramiyê li van dezgehên girîng de bike".

"Di çend mehên bê de, plana Dîwarê Asê wê li hemû dezgehên çaksaziyê were bicihkirin ji bo piştgiriya sîstemên wan ên ewlekariyê û pêşxistina hewlên parastina wan," el-Eskerî got.

Sîstema elektronîk a çavdêriyê

Di çarçoveya plana nû de, sîstemeke elektornîk a pêşketî ji bo rêvebirin û parastina zîndanê wê şûna tedbîrên kevn ên ku hîn tên bikaranîn bigre, ku gelekî pişt bi serperiştiya mirovî girê didin, cîgirê parêzgarê Bexdayê Casim Bûxatî got.

"Wê piştgirêdaneke mezin bi piştgiriya teknîkî hebe bi rêya danîna kamîreyên çavdêriyê û rêvebirina elektronîk û teknolojiyayên kontrolkirinê li deriyên derbasbûn û derketinê, dîwar û bircên çavdêriyê yên zîndanan," wî ji Mewtinî re got.

Plana nû "li gorî prensîpên mafên mirov" hatiye pêşxistin.

"Rêvebirina zîrek ji zîndanan û dezgehên çaksaziyê re wê kalîte û bibandoriya performansa profesyonel zêde baştir bike û haletên gendelî yan bêkêrî û piştguhkirina bicihkirina erkan bidawî bîne," wî got.

Bêkêrî û piştguhkirin sedema sereke ye ji revîna komî ya zîndaniyan, weke haletên ku li Bexda, Nasiriya, Besra û Mûsilê çêbûn, wî got jî.

Di 21ê Tîrmeha 2013ê de, el-Qaîde êrîşeke berfireh li ser zîndana navendî ya Bexdayê (ya ku berê bi navê Ebû Xirêb bû) û zîndana el-Tacî (zîndana el-Hût) bi rêya otombîlên bombekirî, kemerên bombekirî û mûşekên hawinê pêk anî.

Vê yekê hişt ku nêzîkî 600 zîndanî ji herdu zîndanan birevin, gelek ji wan tundrêyên metirsîdar bûn, di mezintirîn revîna komî li Iraqê de.

Revîn di pêşerojê de "gelekî dûr in"

Bûxatî got ku egera dubarebûna haletên revîna komî yên bi vî awayî gelekî dûr e bi sedema tundkirina tedbîrên ewlekariyê derdora zîndanan.

Lê belê, wî got, "em di şerekî berfireh de ne ligel terorê û divê em gelekî haydar bin ji ber ku dijmin hertim pişta xwe bi tiştên jinişkave girê dide, ji ber vê yekê hişyarbûn her demî lazim e".

Wî pêşwaziya plana asêkirina zîndanan kir, û got ku ev yek wê alîkariyê di pûçkirina hewlên terorîstan "ji bo çêkirina metirsiyê li ser zîndanan û derxistina zîndaniyan" de bike.

Ziyanên mezin ku gihane DAIŞ li Iraqê dibe ku bihêlin ku êrîşên xwe li ser zîndanan dubare bike, Casim Henûn, pisporê ewlekarî û berpirsê berê di Wezareta Hundir de got.

"Grûpê fermandarên bilind jidest dan, û hejmara çekdar û êrîşkarên wê yên xwekuj rojane kêm dibe," wî ji Mewtinî re got.

Ji ber vê yekê dibe ku DAIŞ berê xwe bide êrîşên li ser zîndanan da ku kêmahiya ku di xwe de dibîne dagre û îdia bike ku hîn serkeftinan bidest dixe, wî got jî.

Pesendkirina planeke nû ji bo parastina zîndanan li dijî êrîşan bi rêya bicihkirina teknolojiya pêşketî "gavek li ser rêya rast e, û wê alîkariyê di bidestxistina sîstemeke bersivdayîna zû de bike ji bo pûçkirina her hewldaneke terorê", Henûn got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500