Nûçeyên Iraqê
Medya

Sendîkaya Iraqî nûçegihanan dişîne bereyên şer

Xalid el-Tayî

Nûçegihanê şer ê Iraqî Alaa Eydanî ku di rûmalkirina şerê li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de birîndar bibû, hevpeyvînekê werdigre li kolana Bexdayê. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Nûçegihanê şer ê Iraqî Alaa Eydanî ku di rûmalkirina şerê li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de birîndar bibû, hevpeyvînekê werdigre li kolana Bexdayê. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Şaxê Diyala yê Sendîkaya Rojnamevanên Iraqî vê dawiyê dest bi însiyatîfekê ji bo piştgiriya hêzên Iraqê di şerê wan li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kirin ku wê hin nûçegihanan bişînin bereyên şer li Felûce.

Karwana Nivîskarên Niştîmanî, ku 28ê Gulanê destpê kir, plan dike ku geştên meydanî organîze bike ji bo şandina rojnamevan, medyakarên profesyonel û nivîskarên Diyala bo meydanên şer, serokê şaxê Diyala Sacid el-Mehdawî got.

Kesên beşdar wê "hevpeyvînan ligel şervanan bikin û ezmûnên wan di şer de binivîsin, dîtin û çîrokên wan bi deng û vîdyo bibelge bikin", wî ji Mewtinî re got.

"Em, weke rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên li parêzgehê, dixwazin bi rêya vê însiyatîfê nameyeke piştgiriyê bo hêzên me yên di artêş, polîs, heşda şaabî û zilamên êlan de bighînin," wî got.

"Em dixwazin ji wan re bibêjin 'Em ligel we di heman xendeqê de ne û em dev ji we bernadin'," wî got jî.

"Ev şer ne tenê şerê çekan e, lê şerê çek û qeleman bi hev re ye," wî got. "Ev berpirsiyariya me ya niştîmanî, etîkî û profesyonel e ku bi hêzên xwe re bisekinin, qurbanîdan û serkeftinên wan nîşan bidin û rolekê bilîzin di xurtkirina îradeya wan li dijî terorîstan de."

Rûbirûbûna propagendeya DAIŞ

Ev însiyatîf kar dike li ser rûbirûbûna "şêwandina enqesd a rastiyan" ku ji aliyê çend malper, kenalên satelîtê û rojnamevanan propagende jêre tê kirin weke hewlekê ji bo çandina fitneya tayîfî bi rêya derxistina nûçeyên derew ji bo çêkirina bandorê li ser birêveçûna şer, el-Mehdawî got.

Nûçegihanên şer ji Diyala niha şerên li parêzgehên Enbar û Selahedînê rûmal dikin "bi hemû bawerbariyê", wî anî ziman jî.

Armanca kampanyaya nû asankirina rûmalkirineke medyayî ya mezin e ku kar dike li ser rûbirûbûna şêwandina rastiyan, wî got.

Ev yek wê çavkaniyên agahiyên li ber destê xelkê li nav û derveyî Iraqê berfirehtir bike, û tişta ku bi rastî li ser erdê diqewime ronî bike, Hesen Ebûdî, endamê Encumena Sendîkaya Rojnamevanên Iraqî got.

"Îro em rastî êrîşeke medyayî ji aliyê terorîst û piştevanên wan tên, û herwiha belavkirina nûçeû agahiyên derew bi armanca propagende û guvaşa psîkolojîk," wî ji Mewtinî re got.

Karwana Nivîskarên Niştîmanî wê bersiva hewlên DAIŞ ji bo qelskirina morala şervanên Iraqî û çêkirina derewa şerê tayîfî bide, wî got.

"Em daxwaz ji hemû karmendên di warê medya, rojnamevanî û kultûrê dikin ku piştgiriya hêzên me û heşda şaabî bikin, bi rêya belavkirina nûçeyên serkeftinên wan û çîrokên mirovî derbarê parastina sivîlan di deverên şer de, herwiha çavdêrî û bibelgekirina hemû tawanên terorîstan," wî got jî.

Parastina nûçegihanên şer

Sendîka girîngiyê dide parastina jiyana nûçegihanên şer, Ebûdî got.

"Ew bêtir ji aliyê DAIŞ ve tên armancgirtin, ku wan weke dijminê sereke dibîne ji ber ku rastiyê û herwiha derewa îdiayên wê eşkere dikin," wî got jî.

"Programeke hevbeş ligel Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan heye ji bo rahênana nûçegihanên şer ên Iraqî li ser çawaniya parastina xwe di meydana şer de û rûbirûbûna haletên awarte," wî got. "Me, heta niha, bi dehên korsên rahênanê di vî warî de organîze kirine li ser destê pisporên xwedîezmûn."

Iraq niha rastî rûbirûbûneke a girîng ligel DAIŞ hatiye, ew grûpa ku "gelek karên hov pêk anîne û hîn jî bêtir pêk tîne", serokê çavdêrgeha azadiya rojnamevaniya Iraqî Ziyad el-Ecîlî ji Mewtinî re got.

Her ku şer tundtir dibe, wî got jî, "Em bi hewceyî hewlên medyayî yên bêtir in ji bo kifşkirina rastiyê derbarê van terorîstan û karên wan ên hov, ligel rûmalkirina profesyonel ji şer re ku rastiyan eşkere dike û dengoyan derew derdixîne".

Her rûmalkirineke "bi bêalîbûn û rastbêjiyê serkeftinek ji medyaya Iraqî re ye" el-Ecîlî got.

"Nûçegihanên ku ligel hêzên ewlekariyê geştê dikin rûbirûyî metirsiyê dibin ji bo gihandina rastiyê ji xelkê re," wî got, tekezî li ser pêwîstiya parastina wan di dema kar de kir.

Sê nûçegihanên Iraqê di dema rûmalkirina şer de birîndar bûne ji destpêka operasyona rizgarkirina Felûce, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500