Nûçeyên Iraqê
Medya

"Artêşa elektronîk" a Iraqî li ser internetê rûbirûyî DAIŞ dibe

Xalid el-Ta'î

Edîtorên Iraqî di odeyeke nûçeyan de kar dikin. Gelek rojnamevan û çalakvan li ser internetê rûbirûyî propagendeya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dibin. [Wêne ji Mala Medyaya Iraqî]

Edîtorên Iraqî di odeyeke nûçeyan de kar dikin. Gelek rojnamevan û çalakvan li ser internetê rûbirûyî propagendeya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dibin. [Wêne ji Mala Medyaya Iraqî]

Di dema ku şerê vegerandina Felûce ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gur dibe, çalakvanên Iraqî berê xwe didin medyaya civakî daku piştgiriya xwe ji hêzên rizgarker re nîşan bidin.

Malperên torên civakî weke platformeke din di şerê li dijî DAIŞ xizmetê dikin, û Iraqî ji hemû pêkhatiyan piştgiriya xwe ji hewlên serbazî re nîşan didin, serokê Komeleya Berevanîkirin li Mafên Rojnamevanên Iraqî Îbrahîm el-Serac ji Mewtinî re got.

Vê yekê "piştgiriyeke giştî ya berçav" daye hêzên ewlekariyê, wî got, û nameyek ji cîhanê re şandiye ku hemû pêkhatiyên civaka Iraqê piştgiriya artêşê û hêzên Heşda Şaebî dikin.

"Îro artêşeke me ya elektronîk ya Iraqî ya mezin heye ji bo rûbirûbûna DAIŞ, ku hemû endamên civakê têde cih digrin," el-Seracî got.

"Hemû kes li ser armancekê lihev kirine, ew jî piştgiriya hêzên ewlekariyê ye," wî got jî. "Eger ti derfet ji te re tune be ku beşdarî şer li meydanê bibî, ti derfetê ji dest nede ji bo piştgiriya artêşa me li ser rûpela te li ser internetê, eger tenê bi peyvekê jî be."

Gihiştin bi cemawereke cîhanî

Haştagan hiştine ku bloger û çalakvanên Iraqê bikaribin ligel welatiyên welatên din bikevin pêwendiyê û rastiya rewşê nîşanî wan bidin, el-Seracî got.

Haştagên navdar ku niha belav bûne bi Erebî #Felûce_tê_rizgarkirin, #Rizgarkerên_Felûce_ne_Êrîşker, #Bahoza_Felûce, #Tu_bûka_me_yî, #Em_hemû_bi_te_re_ne.

"Hin hesabên ku piştgiriya terorê dikin li ser internetê hene û wêne, vîdyo û şîroveyên nerast belav dikin bi armanca êşandina hêzên me û guhertina rastiyan daku hewl bidin xelkê şaş bikin û vî şerî weke şerekî li dijî beşekê ji civakê û ne li dijî DAIŞ nîşan bidin," wî got.

"Haştagan hiştin ku em hin tiştên qalibgir rast bikin û gelek nerînan biguherin bi rêya diyalog û danûstandinên ku wêne, vîdyo û çîrokên mirovahî ji meydanên şer piştgiriya wan dikin," wî got jî. "Di baweriya min de em bi vê yekê serketin."

"Şerê me bi DAIŞ re şerekî cîhanî ye, û ji xelk û hikûmetên cîhanê tê xwestin ku li kêleka me bisekinin, ji ber ku terorism nûneratiya girûpekê anjî olekî nake, û ti sînorek wî dorpêç nake," wî got.

Çalakvan û rojnamevan Welîd el-Ta'î ji Mewtinî re got ku wî hejmarek ji haştagan li ser rûpelên xwe yên Facebook û Twitter belav kirine ku bang li xelkê dikin ku "piştgiriya artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şaebî bikin û rolekê bilîzin di bilindkirina morala şervanan de".

Van haştagan reaksyoneke mezin ji aliyê welatiyan li pey xwe anîn ku hezkirin û girêdana xwe bi welatê xwe ve û parastina yekîtiya axa xwe nîşan dan, el-Ta'î got.

Piraniya van postan nîşan didin ku şerê bi DAIŞ re niha şerekî hebûnê ye, û divê serkeftin were bidestxistin, wî got jî.

"Me dest bi şopandina serkeftinên hêzên xwe li Felûce û meydanên şer ên din kiriye û em bûyerên şer li ser rûpelên internetê deqe bi deqe belav dikin bi nivîs, deng û wêne," wî got.

"Heman berpirsyariyên weke leşkeran"

Gelek çalakvan, bloger û bikarhênerên internetê xwe ji bo rêgirtin li hewlên DAIŞ terxan kirine, hewlên ji bo bikaranîna medyaya civakî bi rêya belavkirina derew û dengoyan bi armanca çêkirina bandorê li ser raya giştî û herwiha guhertina rastiyan, el-Ta'î got.

"Em heman berpirsyariyên ên mîna ên keşkeran di meydanên şer de hildigrin ku ti derfet tune ye ku em erkên xwe bicih neyînin," wî got. "Welatê me bi hewceyî me hemûyan e ji bo berxwedanê li hember hewlên DAIŞ û aliyên ku piştgiriya wê dikin û hewl didin rastiyan biguherin."

Bloger û çalakvan Madî el-Huseynî, ku serokatiya rêxistina el-Qîsara el-Zehebiya bo rojnamevanî û medyayê dike, ji Mewtinî re got ku wî gelek haştag û gotar li ser internetê li dor şerê li dijî DAIŞ belav kirine.

"Di van postan de em behsa pêşketinên şerê niha ji bo bidawîkirina teroristan li Felûce dikin, ligel hemû çîrok û qehremaniyên ku ji aliyê leşkerên me ve tên tomarkirin di rûbirûbûna dijmin û rizgarkirina sivîlên asêmayî de," wî got.

"Bi rêya alavên medyayî yên berdest, min hewl da ku wêneyeke temam nîşanî bikarhênerên internetê li hundir û derveyî welat bidim û li hember propagendeya DAIŞ û hewlên wê yên bimebest ji bo êrîşkirin li ser navûdengî û hewlên hêzên me yên ewlekariyê derkevim," wî got jî.

El-Qîsara el-Zehebiya program û semînaran organîze dike ku di wan de ciwan awayên şerkirinê li dijî îdolojiya û propagandeya DAIŞ gotûbêj dikin, wî got, tekez li ser girîngiya "bikaranîna hemû alavên medya û xwendinê daku di şerê li dijî terorismê de rola xwe bilîzin" kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500