Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Êrîşa Felûce Iraqiyan li dijî DAIŞ dike yek

Ala Husên li Bexda

Hêzên Iraqî dest bi êrîşekê kirine ji bo rizgarkirina Felûce ji"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê'. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî]

Hêzên Iraqî dest bi êrîşekê kirine ji bo rizgarkirina Felûce ji"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê'. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî]

Şerê rizgarkirina Felûce Iraqiyan ji hemû grûpên olî û etnîkî dike yek li dijî dijminekî hevbeş -- "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) -- li hemberî hewlên grûpê ji bo çandina fitneya tayîfî, oldarên Iraqî ji Mewtinî re gotin.

Hêzên ji artêşa Iraqî, polîsên federal û Heşda Şaebî, di nav wan de şervanên ji hin êlên Iraqî, dest bi êrîşê kirin di 22ê Gulanê de.

Kampanyaya hevbeş ji bo rizgarkirina Felûce, navendeke Sunî ye ku weke "bajarê mizgeftan" tê binavkirin, nîşan dide ku "ti rastiya wan îdîayan tune ye ku dibêjin ev şer şerê pêkhateyeke [olî] li dijî yeke din e" berdevkê Dar el-Iftaa li Iraqê Amir el-Beyatî got.

"Suneyên Iraqê yên resen" mil bi milê birayên xwe ji tayîfeyên din şer dikin, wî ji Mewtinî re got, anî ziman jî ku "Suneyên Iraqê ligel pêkhateyên din destek in li dijî dijmin".

Karê DAIŞ bi binavkirina kesên ku ne xwedî îdolojiya wê ya tundrê ne weke "kafir" metirsiyê li ser Umeta Îslamî çêdike, wî got, piştrast jî kir ku îdolojiya grûpê ji aliyê Suneyên Iraqê ve nayê qebûlkirin.

"Em ligel her kesî disekinin ji bo rizgarkirina her bostekê ji erda Iraqê ku ji aliyê vê îdolojiya jirêderketî ve hatiye dagîrkirin," el-Beyatî got.

Li ser zarê desthilatên olî li bajarê Necef ê Şîeyan, Şêx Ebdulmehdî el-Kerbelayî daxwaz ji şervanên Iraqî kir ku xelkê ku li Felûce asê mane ji DAIŞ û xirabiya wê rizgar bikin û alîkariya wan bikin daku birevin û jiyana xwe biparêzin.

"Şerek ji hemû Iraqiyan re"

"Şerê rizgarkirina Felûce şerê hemû Iraqiyan e ji hemû pêkhateyan, ji ber ku DAIŞ ne tenê dijminê Şîeyan e lê dijminê hemû kesên ku li dijî îdolojiya wê ya jirêkerketî ye, bê ku endamtiya xelkê liber çavan bigre," Şêx Samî el-Mesûdî ji Bexşîna Şîeyên Iraqê got.

Grûpê 700 endamên êla Elbû Nemir a Sunnî di 2014ê de kuştin, wî ji Mewtinî re got, tenê ji ber ku ew li dijî îdolojiya wê bûn.

"Di bereyên şer de îro, tu bi hezarên şervanan dibîne ji tayîfe û pêkhateyên cuda ku tenê bi rêya girêdana xwe bi welat ve bûne yek," wî got.

Ketîbeyên şervanan hene ku ji êlên Sunî li Enbar û Selahedîn in ku piştgiriya hêzên Heşda Şaebî dikin, wî got, herwiha şervanên din ji grûpên olî û deverên din, ji navend û başûrê Iraqê jî.

El-Mesûdî got ku ew bi xwe di derxistina bêtirî 1,500 sivîlan ji el-Kerma de beşdar bû ligel şervanên ji hêzên Heşda Şaebî, xwarin û vexwarin ji xelkê re peyda kirin heta bi temamî hatin derxistin.

"Şerê Felûce şerê hemû Iraqiyan li dijî terorê ye û ne ew e ku pêkhateyek li dijî yeka din şer dike weke çawa rêxistina terorîst wesif dike," wî got.

Mîlîseke Kiristyan bi navê Ketîbeyên Babîlon jî di şerê rizgarkirina Fellûce ji DAIŞ de beşdar e di bin sîwana hêzên Heşda Şaebî de, lîderê grûpê Reyan el-Kildanî ji Mewtinî re got.

Ketîbeyên mîlîsê ligel fewceke şervanan di şer de beşdar in, wî got, û girêdayî ye, ligel hemû grûpên din, bi fermanên Serokwezîrê Iraqî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Heyder el-Ebadî.

Hêzên Iraqî dixwazin jiyana sivîlên li Felûce biparêzin, wî got, bal kişand ser wê yekê ku wan dev ji êrîşên surprîz û jinîşkave berdane daku bihêlin xelk ji bajar derkevin berî destpêka operasyonên serbazî.

"Şerê me şerekî rizgarkirina neteweyî ye û ji bo rizgarkirina mirovan e, em guh nadin dengên ku hewl didin serkeftinên me jinav bibin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500