Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq planeke ewlekarî ya nû li Diyala bicih dike

Xalid el-Taî

Yekîneyeke polîsên Diyala êrîşî veşargeh 'Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê' li zeviyekê li el-Miqdadiya dike. [Wêne ji fermandariya polîsên Diyala]

Yekîneyeke polîsên Diyala êrîşî veşargeh 'Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê' li zeviyekê li el-Miqdadiya dike. [Wêne ji fermandariya polîsên Diyala]

Li bajarê Baqûba bicihkirineke bilez a hêzên polîsan pêk hat weke beşekê ji planeke ewlekarî ya nû ji bo parastina xelkê ji êrîşên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ).

Polîs li xalên derbasbûnê û cihên girîng li paytexta parêzgeha Diyala hatine bicihkirin, berpirsan gotin, û xalên kontrolê bi dirêjahiya rêyên derve ku têne bajar hatine danîn.

Ev pilan "mezintirîn pilan e bi vî awayî li bajar ji çendîn salan ve", qayimeqamê Baqûba Ebdula el-Heyalî ji Mewtinî re got.

"Hêzên polîsan dest bi vê pilanê kirin piştî êrîşên teroristiyan yên ku herî dawî li bajar pêk hatibûn," wî got.

DAIŞ teqîna otombîlekê li gundê Şifta li navenda Baqûba di 9ê Gulanê de girtibû stûyê xwe, ku di encam wê de herî kêm 10 kes hatin kuştin û 35 birîndar bûn, piraniya wan jî jin û zarok bûn.

Xurtkirina ewlekariya Baqûba

Wezareta Hundir du yekîneyên hawarçûnê yên polîsan ji parêzgeha Wasit şandin daku ewlekariya Baqûba xurtir bikin, ku ew yekîne bi çekên pêşketî û otombîlên mertaldar hatine hazirkirin û herwiha ji bo pêkanîna operasyonên taybet hatine rahênan, el-Heyalî got.

"Pilan danîna kembereke ewlekarî ya xurt li derdora bajar û herwiha danîna xalên kontrolê li derî û rêyên derve ku digihin navenda bajar û nahiyên wê lixwe digre," wî got.

Zêrevanên ewlekariyê dê herwiha berpirs bin ji çavdêrî û girtina çekdarên daxwazkirî yên DAIŞ û herwiha kesên gumanlêkirî ku bi dizî derbasî bajar dibin, herwiha pêkanîna operasiyonan li ser veşargehê girûpê. wî got jî.

"Tedbîrên tund dê derheqê wan kesan de bên standin ku çekên ruxsetnekirî hidigrin," wî got.

"Pilan weke pêwîst birêve diçe lê hîn zû ye ji bo ragihandina ti encaman" el-Heyalî got. "Hêzên ewlekariyê heta ku ji wan tê zagon û fermanan diparêzin û bi aweyek profesyonel, û rewşa ewlehiyê li tevahiya Baqûba aram e û hest tê kirin ku jiyan normal e."

Xelkê Baqûba piştgiriya xwe ya tam ji tedbîrên ewlekarî yên nû re nîşan didin, wî got, û agahiyan derbarê kesên gumanlêkirî û çalakiyên li bajar didin hêzên ewlekariyê.

Xelk piştgiriya pilana nû dikin

"Em rûbirûyî dijminmek bêrêbaz û xwînmij dikin ku xelkê sivîl dike armanc, lê dê li ser destê hêzên me yên mêrxas û bi piştgirya me rastî şikestinê were," şêniyekî Baqûba ji taxa el-Mualîmîn bi navê Mihemed el-Mamûrî got.

Xelk piştgiriya plana ewlekarî ya nû dikin û li hemberî terorizmê hevgirtî ne, wî ji Mewtinî re got.

"Terorist erdan jidest didin û dawiya wan li tevahiya welat ji her demê nêzîktir bûye," wî got.

Zêdebûna êrîşan li parêzgehê "nîşaneke berçav e li ser kêmbûna karînên teroristan", serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Diyala Sadiq el-Huseynî got.

"Piştî şikestinên berdewam ku [DAIŞ] li ser destê hêzên me yên ewlekariyê û Heşda Şaebî dîtin, ew divegerin li ser pêkanîna êrîşên tirsonek bi rêya otombîlên bombekirî û kemberên bombekirî li deverên akincîbûnê, bazar û cihên giştî" wî ji Mewtinî re got.

"Êrîş çend bajar li parêzgehê kirin armanc ku bi wê yekê naskirî ne ku xelkên wan ji pêkhateyên cuda ne û jiyandar in weke Baqûba, el-Xalis, el-Miqdadiya û Beled Ruz weke hewleke bêhêvî ji bo parçekirina civaka van deveran, û sorkirina xelkê li dijî hêzên ewlekariyê û derxistina tevlîheviyê," wî got.

Armancgirtina kamp û şaneyên DAIŞ

Pilana nû şaneyên terorê dike armanc û hewl dide êrîşên wan pûç bike, el-Huseynî got, bal kişand ser wê yekê ku "hêzên ewlekariyê li parêzgehê hewlên bêhmpa didin".

"Îsal heta niha, wan karîn heft kampên DAIŞ li bakurê el-Miqdadiya û başûrê Beled Ruz wêran bikin, ku DAIŞ weke bingeh ji bo pêkanîna operasiyonên teroristiyane bikar tanîn," wî got.

DAIŞ balê dikşîne ser Diyala ji ber girîngiya wê ya coxrafî û civaka wê ya pirkultûrî, pisporê stratejîk û fermandarê berê yê serbazî Ehmed el-Şerîfî got.

Ji ber vê yekê, divê tedbîrên ewlekarî yên zêde li parêzgehê bên standin, wî got, "daku ti derfet ji mîlîtanan re nemîne ji bo çêkirina metirsiyê li ser ewlehiya xelkê û ji bo nikaribin mifayê ji valahiyan [ewlekarî] werbigrin ji bo pêkanîna çalakiyên teroristiyane".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500