ARŞÎVA

Iraq dixwaza hilbijartinan di çaxê xwe de sala 2018 encam bide

Hilbijartinên parleman û parêzgehan dê li seranserê welat bên encamdayîn roja 15ê Gulanê, Serokwezîr Heyder Ebadî eşkere kir.


Iraq rûspiyên êlan tecnîd dike bo çareserkirina nakokiyên ku DAIŞ li pey xwe hiştin

Bêtirî 40 rûspiyên êlan dê piştgiriya muxtaran, dadweran û ajansên ewlekarî bikin di çareserkirina aloziyên êlî de û qayimkirina aramiyê li bajarên rizgarkirî ji DAIŞ.


QSD qedexekirina çûnûhatinê bi awayekî parçeyî li Reqayê ferz dike

Ji niştecîyên bajar hatiye xwestin ku di hin saetan de ji bo ewlekarîya xwe di malên xwe de bimînin dema ku kar ji bo rakirina mayîn û teqemenîyan berdewam e.


Hêzên Iraqî bajarokê dawî yê di destên DAIŞ de li welat vedigerînin

Hêzên Iraqî îro Înê bajarokê Rewayê yê sînorî li parêzgeha Enbarê di êrîşeke sivik de vegerandin, zor li DAIŞ kirin ku ji asêgeha xwe ya Iraqî ya dawî derbikeve.


Hevpeymaniya Navdewletî: DAIŞ 95% ji "xîlafeta" xwe ji dest daye

Zêdetir ji 7.5 milyon kes ji rêxistinê hatin rizgarkirin û draviya wê daket nizimtirîn asta xwe, li gorî berpirsiyarekî bilind ê Amerîkî.


Rûsya "lehiyeke derewan" di medya civakî de rakir

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê hewl da ku wêneyan ji vîdyoyê leystokekê belav bike wekî "delîlekî" ku artêşa Amrîkî alîkariya milîtatan dikir. Bikarhênerên medya civakî tinazî bi angaştên Rûsyayê kirin.


Iraqê careke din dest bi operesyonan kir li bakurê zevîyên neftê

Zevîyên neftê yên rizgarkirî dê qezencê ji temwîlkirina nûavakirina deverên ku ji alîyê rêxistinê ve hatin wêrankirin dabîn bike, berpirsyarên Iraqî ji Diyaruna re gotin.


Tehrîr-Şam Protestoyên sivîl gulebaran dike

Şêniyên bajarokê Etaribê, li rojavayê Helebê, haziriya lidarxistina mangirtinekê li dijî şerên giran ên ku li herêmê birêve diçin dikirin.


Kampa Eyn Îsayê xwe ji zivistanê re amade dike

Encumena Sivîl ya Reqayê bi hineke din re kar dike daku xizmetan ji niştecîyên kampa li gundewarê bakurî yê Reqayê re dabîn bike berî mehên zivistanê.


Stratejîyeke Iraqî ya nû ji bo paqijkirina deverên rizgarkirî ji mayînan

Gelek beş ji welat bi mayînan û cebilxaneyên neteqiyayî hatine pîskirin, gelek ji wan ji sala 2014an ve ji alîyê DAIŞê ve hatin çandin.


Alîkarî digihin Dûma û çalakvan banga dawîkirina dorpêçkirinê dikin

Karwana yekem a alîkariyên mirovî ji sê mehan ve giha Xûteya Rojhilatî ya dorpêçkirî, lê çalakvan hişyariyê didin ku ew alîkarî gelekî namînin.


DAIŞ destên xwe bi awayekî xurt dideyne ser kampa Yermûkê

Rêxistinê dorpêçkirineke tam li ser beşê rojavayî ji kampê ferz kir bi bihaneya ku ew şerê tundrewên dijber ên Tehrîr Şam dike.


Tehrîr el-Şam hewl dide ku li gundewarê Idlib û Hemayê ber xwe fereh bike

Sivîl di bombebarankirina ketûber de hatin kuştin dema hevbendîya tundrew hewl dide ku ber xwe fereh bike û komên dijber serbiçemîne.


Hêzên Iraqî sê gorên bi kom ên DAIŞ nêzîkî Hewîca dibînin

Ew gor nêzîkî 400 laşên qurbaniyan dihewîne ku ew ji aliyê endamên rêxistinê ve di dema hukmê wê yê sêsalî de li bajar hatin sêdarekirin.


Iraq şervanên êlên Enbarê tevlî polîs dike

Serokwezîrê Iraqî ferman kir ku hêzên heşda êlan li parêzgehê dikarin tevlî polîsê Enbarê bibin.


Erdhej bû sedema mirin û wêraniyê li Iraqê

Erdhejeke 7.3-magnitude li deverên li ser sînorê Iran-Iraqê da şeva Yekşemê, bi sedan xelk kuştin û bi hezaran birîndar kirin.


Reqa amadekariya qonaxa piştî rizgarkirinê dike

Piştî şikestina DAIŞ meha borî, Hêzên Sûriya Demokratîk hêzê ewlekarî rahênan dikin û mayînan radikin daku radestkirina bajar asan bibe.


Iraqî dibêjin jîyan li jêr hukmê DAIŞê weke zindaneke vekirî ye

Niştecîyên Qaimê derdikevin kolanan piştî ku operasyoneke Iraqî çekdarên DAIŞê derxist derveyî bajarokê sînorî yê parêzgeha Enbarê.


Iraq xebatên xwendewariyê dîsan li bajarên rizgarbûyî dest pê dike

Wezareta Perwerdeyê gavan dide pêş bo dagirtina valahiya perweddahî ya hatiye çêkirin ji ber hukmê DAIŞ.


Tehrîr el-Şam hewl dide kontrola xwe li ser Idlibê rewa bike

Gelek kes "hikûmeta felatê" ya nû ku di 2ê Mijdarê de li Idlibê hat ragihandin weke sîwanekê ji hevbendiya tundrew re dihesibînin, çalakvan dibêjin.


Di demekê de ku xisarên wê zêde dibin, îradeya endamên DAIŞê bo şer nemaye

Rêxistin rastî krîza çekdarên xwedî moralê kêm tê, çekdarên ku ji qadên şer direvin, pispor ji Diyaruna re dibêjin.


DAIŞ şêniyên Rewayê dike rehîne

Şêniyên bajarê Enbarê yên ku nikarîne ji nav destên rêxistinê birevin aniha tên neçarkirin ku li malên xwe bimînin, berpirsiyarekî xwecihî ji Diyaruna re got.


Bi hezaran xelk vedigerin malên xwe li Nînewayê

Gelek niştecîyên ku di dema şerê derxistina DAIŞ de bêwar bûbûn vegeriyane malên xwe, lê hineke din nikarin vegerin heta rewş baş nebe.


Çekdarên DAIŞ li biyabana Enbarê xwe dikin tîpên şivanan de

Bi dehan endamên rêxistinê yên ku ji qadên şerê li rojavayê Enbarê reviyan aniha li biyabana Rutbayê çalak in, berpirsyarekî xwecihî ji Diyaruna re got.


Hêzên Iraqî xala sînorî ya Sûrî ji destê DAIŞê derdixin

Bidestxistina xala Huseybayê ya sînorî ya li kevîka bajarê Qaimê yê Enbarê bi awayekî çalak rêya revê ya çekdarên DAIŞî qut dike.


Iraq beriya zivistanê sûtemeniyê ji malan re peyda dike

Wezareta Petrolê dibêje ku ragiritnên stratejîk ên têr ji pêwîstîyên petrolê ji xelkê bajarên rizgarbûyî re li ba wê hene.


Armancgirtina bimebest a sivîlan li mizgeftan ji aliyê Talîban û nemirovatiya DAIŞ ve

Di dema neh mehên ewil di 2017an de, êrîşên li ser Misilmanên Şîe dema beşdarbûna wan li mizgeftan an jî li merasîmên olî bûn encama mirin û birîndarbûna 278 sivîlan.


Nişteciyên Kembera Bexdayê vedigerin malên xwe

Bi hezaran niştecîyên bêwar vedigerin devera derdora paytexta Iraqî piştî hêzên ewlekarîyê ew ji bermayîyên DAIŞê paqij kirin.


Iraq rêya Felûce-Bexdayê ya kevin nûvedike

Nûvekirina rê dê alîkariyê bike di kêmkirina qerebalixiya trafîkê de li xala kontrolê ya Suqûr ligel asankirina rêya gihandina matiryalên lazim ji nûavakirina Enbarê re.


Iraq polîsên Enbarê yên ji xizmetê derkirî vedigerîne

Weke bersiv li ser xwestekên serkirdeyên xwecihî û êlî, hikûmeta Iraqî destûr dide ku polîsên di sala 2015an de ji xizmetê hatin derkirin vegerin xizmetê.


Karwanên alîkariyê digihin xelkê birçî yên Xûteya Rojhilatî

Li gel zêdebûna zexta navdewletî bi derketina wêneyên "şokder" ên zarokên bedxwer, rejîma Sûriyê rê da derbasbûna karwaneke mirovî roja Duşemê.


Di rê de bo mal? Ewropa çarenivîsa malbatên tundrewan gotûbêj dike

Miletên Ewropî rastî kêşeyeke exlaqî hatine di demekê de ku çekdar û malbatên wan hewl didin ku vegerin: Rê bide wan ku vegerin, an jî dest ji wan berde?


Ji miriyan eşkere dibe ku Tehrîr Şam zarokan çekdar dike

Hevbendiya tundrew hewl daye ku çekdarkirina zarokan bêdeng bihêle, lê mirina van her deh zarokên dawî mesele eşkere kir.


DAIŞ çekdarên xwe dikuje gava ku ji Qaimê direvin

Rêxistinê 'komên îdamkirinê' bi dirêjahiya sînorê Sûriyê belav kirine daku nehêle revok ji Qaimê birevin.


Nûçeyên Herî Dawîn